'1'ê Gulanê dê bibe nîşaneya 14'ê Gulanê'

img

BÛRSA - Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Bûrsayê Azra Gullupinarê diyar kir ku dê li dijî xizanî, talan, kedxwarî, zilma KHK'an, tecrîd û şer li qadên 1'ê Gulanê bin û wiha got: "1'ê Gulanê dê bibe nîşaneya hilbijartinên 14'ê Gulanê." 

Amadekariyên ji bo 1'ê Gulanê Roja Têkoşîn û Piştevaniyê ya Karker û Kedkaran, bênavber didomin. Ji bajarên ku amadekariyên 1'ê Gulanê dikin yek jê jî Bûrsa ye. Amadekariyên 1ê Gulanê bi piştevaniya Konfederasyona Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan (TMMOB) û partiyên siyasî didomin. Li Bûrsayê dê karker û kedkar li Baxçeyê Gel bên cem hev û heya Qada Bajêr bimeşin. 
 
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Bûrsayê Arzû Gullupinar ku di koordînasyonêde cih digire, ji bo beşdariya li meşê bang kir.
 
Gullupinarê bilêv kir ku ew ê li qada 1'ê Gulanê bi hev re biqîrin û wiha got: "Em jin û ciwan em ê li dijî kedxwariyê rabin. Em ê bi vê bersiva detshilata AKP'ê bidin. 1'ê Gulanê dê bibe nîşaneya hilbijartinên 14'ê Gulanê. Em Partiya Çepên Kesk, tevahiya gelê Bûrsayê vedixwînin 1'ê Gulanê."