Ji bo 1’ê Gulanê bang: Em ê guherînê li qadan bidin destpêkirin

img
STENBOL - Nûnerên rêxistinên pîşeyî yên kedê ji bo mitînga 1’ê Gulanê ku dê li Qada Maltepeyê bê lidarxistin bang kirin û wiha gotin: “Em ê guherînê li qadên 1’ê Gulanê bidin destpêkirin.” 
 
Karkerên girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Amerîkayê li dijî xebata rojane 12 saetan a hefteyê 6 rojan, bi daxwaza ku rojê 8 saetan bixebitin di 1’ê Gulana 1886’an de dev ji kar berdan. Nêzî nîvmilyon kes tev li xwepêşandana li Chicago'yê bûn. Di rojên piştî 1’ê Gulanê de çalakiyên mezin hatin lidarxistin û di 4’ê Gulanê de rê li ber Bûyera Haymarket a bixwînî vekir. Bi sepanên qanûnî re rê li ber dubarekirina vê xwepêşandanê hate girtin. Di Duyemîn Enternasyonalê ku di 14’ê Tîrmehê- 21’ê Tîrmeha 1889’an de li ser pêşniyara nûnerekê karkeran ê Fransayê, 1’ê Gulanê weke cejneke ku yekitî û piştevaniya karkeran nîşan dide hate qebûlkirin. Êdî li tevahiya cîhanê weke “Roja yekitî, têkoşîn û piştevaniyê” hate qebûlkirin. Ji vê dîrokê û şûnde, li her devera cîhanê karker daketin kolan û meydanan û li dijî mercan nerazîbûnên xwe nîşan dan. 
 
Ev nerazîbûn li Tirkiyeyê jî bi girseyî derbas bûn. Di 1’ê Gulana 1977’an de karker ji bo daxwazên xwe bînin ziman daketin Qada Taksîmê û rastî êrişa polîsan hatin. Di êrişê de 34 kesan jiyana xwe ji dest dan û 136 kes jî birîndar bûn. 1’ê Gulana Xwînî û Cejna Karkeran êdî li Tirkiyeyê veguherî awayeke cuda. Karker û rêxistinên kedkaran ên di her 1’ê Gulanê de di mitîngan de daxwazên xwe tînin ziman, dê di 1’ê Gulana îsal de jî dîsa daketin qadan. 
 
Hevseroka Giştî ya KESK’ê Şukran Kablan Yeşîl û Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû têkildarî mitîngên 1’ê Gulana îsal ku dê li 6 bajaran bi girseyî bên lidarxistin axivîn. 
 
HÊRSA MEZIN A BER BI 1’Ê GULANÊ VE
 
Kablan, diyar kir ku amadekariyên wan ên ji bo 1’ê Gulanê berdewam in û wiha got: “Me li gel hêzên ked, aştî û demokrasiyê belavok belav kirin û çalakiyên cuda li dar xistin. Têkoşîna kedkar û karkeran a li dijî krîza aborî, xizantî û bêkariyê, ji ber erdhejê hêj mezintir bû.  Lewma karker bi hêrseke mezin ber bi 1’ê Gulanê ve diçin. Di heman demê de di 14’ê Gulanê de hilbijartin hene. Ev hilbijartin dê ji bo karkeran dîrokî bin. Li dijî rejîma yekzilamî ku mafên bi milyonan karker û kedkaran xesp kiriye, dê deng ji bo aştî, wekhevî û demokrasiyê bên avêtin. Dê hilbijartineke dîrokî be. Kedkar li rexekî li dijî krîza aboriyê û li rexa din jî ji bo mafên demokratîk têdikoşin. Lê em ê bi hêviyeke mezin bikevin 1’ê Gulanê. Rêya çareserkirina pirsgirêkan, têkoşîna birêxistinkirî ye. Dê karker li dijî xespkirina mafên xwe, bi hêrseke mezin biçin ser sindoqan. Dê di 14’ê gulanê de dengê xwe bidin aştî, azadî, wekhevî û edaletê.”
 
‘EM Ê GUHERÎNÊ LI QADAN BIDIN DESTPÊKIRIN’
 
Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû jî da zanîn ku dê 1’ê Gulana îsal bi girseyî were pîrozkirin û axaftina xwe wiha qedand: “1’ê Gulanê têkoşîn e, piştevanî ye. Gulana 2023’yan mizgîniya destpêkeke nû dide. Em ê guherînê li qadên 1’ê Gulanê bidin destpêkirin. Banga me li hemû karker, kedkar, ciwan, jin, zarok û her kesî ew e ku biherikin Qada Maltepeyê. Îktîdara AKP-MHP’ê bi sala ye xelk neçarî bêkarî û birçîbûnê kir. Bi Pergala Hikûmetê ya Serokkomariyê re ev rewş hêj girantir bû. Dê di hilbijartinan de bandora vê pir eşkereyî xuya bike. Divê çîna karkeran xwedî li sindoqan derkeve. Divê xwedî li pêşeroja xwe derkevin. Banga min ji bo hemû xwişk-birayên min ên karker ew e ku biherikin qada 1’ê Gulanê.”