Hingivê wan ji ber enflasyona zêde di dest wan de ma

img
SÊRT - Li Sêrtê homgivfiroş ku ji ber eflasyona zêde nikarin hingivê xwe bifiroşin, gotin ku ger wisa bidome dê dest ji hingivfiroşiyê berdin.  
 
Mêşvanên ku li gundê Rexêneyê yê navçeya Dihê hêwirîne, nikarin hingivê xw ebifiroşin. Hingivfiroşên ku ji ber operasyonên leşkerî zozan bi dest wan nakevin, ji ber zêdebûna enflasyonê û kêmbûna îxracatê nikarin hingivê di dest xwe de bifiroşin. 
 
Hingivfiroş Berhem Çelîk ku behsa zor û zehmtiyên çêkirina hingiv kir: "5 sal in ez vî karî dikim. Em mêşvanên gerok in. Zivistanê bi piranî di navbera Sêrt û Şirnexê de, em li Dihê dimînin. Havînê jî carinan li Xîzana Bedlîsê û carinan jî li Zozanên Wanê. Ji ber qedexeyan li zozanan cih bi dest me nakeve. Li cihên neqedexekirî jî rihetiyê nadin me. Her roj tên tahdê li me dikin, operasyon filan bêvan. Mêrik tê tevî du leşkeran dibêje, 'ji vir biçin.' Em nikarin tiştekî jî bibêjin. Ma hiqûq heye ku em tiştekî bibêjin? Ji ber vê em mexdûr in." 
 
'KONTROLKIRIN TUNE YE'
 
Çelîk da zanîn ku amûrên di mêşvaniy de tên bikaranîn tim biha dibin û got: "Tişta ku par me bi 100 lîreyî dikirî, niha bûye 200 lîre. Ji bihara par heya niha ferqa enflasyonê ji sedî sed e. Maliyeta qewêreke hingiv ne dibiniya 100 lîreyî re ye. Em hingiv bi 90 lîreyî difiroşin. Em rojane debara xwe dikin. 3 sal berê me heba qewara hingiv bi 190 lîreyî dikirî, par me bi 350 lîreyî stend. Niha 800 lîre ye. Kontrolkirin tune ye. Di vî warî de tu plansaziyeke dewletê tune ye." 
 
‘35 TON HINGIV DI DEST MIN DE YE'
 
Hingivfiroş Muhsîn Beydogan jî anî ziman ku hildiberînin lê bazarek tune ye ku hingivê xwe lê bifiroşin û got: "Ji sala 2011'an ve mêşvaniyê dikim. Niha 35 ton hindiv di dest min de ye. Em herî kêm bi 100 lîreyî bifiroşin jî, dike nêzî 3 milyon û 500 lîre. Lê bazar tune ye. Çima? Ji ber hingivê sixte yê ji Îranê tê. Ev hingiv ne yê mêşavn e, bi şekir tê çêkirin. Ji ber vê hingivê me jî di dest me de dimîne. Her wiha îxracat jî tune ye. Berê hebû, me bi awayekî difirot. Zivistanê îdare dike, lê êdî dinya germ dibe. Gava dinya tam germ bibe em ê van hungivan bavêjin çopê. Divê hin kes çareyekê bibînin. Divê rêyekê li ber me bixin. Hin kes dibêjin 'hilberînin, em ê alîkariya we bikin.' Lê mixabin nakin. Hingivê me di dest me de dimîne. Em nikarin bifiroşin." 
 
‘GER WIHA BIDOME EM Ê DEST JÊ BERDIN'
 
Beydogan bang li Yekîtiya Mêşvanan û Midûriyeta Çandinî û Daristanê kir û got: "Qanûneke mêşvaniyê jî tune ye. Divê hiqûqeke mêşvaniyê hebe. Niha dê 6 hezar mêş li Sêrtê bên belavkirin. Temam mêş dê bên belavkirin, lê dê hilberîner çi bike ji hingivê di dest xwe de? Demildest divê îxracat bê kirin. Divê hingiv biçe derveyî welêt. Kesên ku aîdatê ji me distînin, ger bixwazin dikarin vê meseleyê çareser bikin."
 
Beydogan di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser zor û zehmtiyên ku pê re rû bi rû dimînin û got ku ger wisa bidome dê dest ji mêşvaniyê berdin."