Penêrê bisîrik ji sedî 100 biha bû

img
WAN - Penêrê bisîrik ê Wanê di salekê de ji sedî sed biha bû. Kîloya penêrê bisîrik ji 100-120 lîreyî bû 170-200 lîre. 
 
Penêrê bisîrik ê Wanê ku bi tahma xwe bi nav û deng e, biha dibe. Di adara par de kîloya penêrê bisîrik di navbera 100-130 lîreyî de bû, lê îsal ji serê salê ve di navbera 170-220 lîreyî de tê firotin. Esnafên Çarşiya Penêrfiroşan a Wanê, diyar kirin ku ji ber bihabûnê karê wan sekiniye û welatiyan jî got ku ji ber bihabûnê nikarin penêr bikirin. 
 
KES NIKARE BIKIRE
 
Serokê Esnafên Çarşiya Penêrfiroşan a Wanê Hasan Kayhan, anî ziman ku ji ber ku zivistanê hilberîn kêm bûye û maliyet zêde bûne, fiyet jî biha bûne. Kayhan destnîşan kir ku sedema vê bihabûnê ne esnaf in û wiha got: "Dibêjin qey em esnaf fiyetê penêrê Wanê biha dikin. Na, qethiyen tiştekî wiha tune ye. Ji lew re kesên ku penêr çêdikin, maliyeta wan zêde ye. Ji ber êm, sotemenî û ceryanê ne pêkan e ku bi erzanî bifiroşin. Niha fiyetê penêr di navbera 170-200 lîreyî de ye, lê dîsa jî tiştek di dest me de namîne. Bi fiyetekî biha ji me re tê. Ê me jî kirêya me, heqê xebatkaran, heqê ceryan û avê heye. Em penêrfiroş, bi zor û zehmetiyeke mezin re rû bi rû ne. Hema bibêje kar sekiniye. Ji ber ku penêr pir biha ye, mirov êdî nikarin bikirin." 
 
‘WANÎ NIKARIN PENÊRÊ WANÊ BIXWIN'
 
Umît Şîrvan ê dikandar jî da zanîn ku karê wan li gorî par pir kêm bûye û got: "Ji xeynî krîza aborî û betaliyê, Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê jî dê heqê kirêyan biha bike. Ger kirê biha bibin dê rewş xirabtir bibe. Ji ber ku penêr biha ye, em nikarin bikirin. Ev bihabûn tenê ne ji bo penêrê bisîrik e. Berên din ên em difiroşin jî pir biha ne. Her tişt biha bûye. Berê welatiyan digot, 'ger em birçî bimînin, nan û penêrê me heye.' Lê êdî tiştekî wiha ne pêkan e. Wanî êdî nikarin penêrê Wanê bixwin. Sedema vê enflasyon û zem in. Karê me ji ber krîzê nîvî nîvî kêm bûye. Êdî em nikarin penêr bifiroşin welatiyên li vir. Tenê turîstên xwecihî dikirin." 
 
Mehmet Can ê penêrfiroş jî got: "Em penêr difiroşin, lê heqê kirêya me dernayê. Ez nikarim tiştekî bikirim. Gava em dikirin jî em nikarin bifiroşin. Ji lew re welatî nikarin penêr bikirin. Niha karê me ji sedî 100 kêm bûye. Krîza aborî bandorek nebaş li esnaf û welatiyan kir."
 
Ramazan Avci yê penêrfiroş jî wiha axivî: "Êdî em nikarin penêr bifiroşin. Ji ber ku di destê esnafan de pere tune ye, nikarin tiştekî bikirin. Ger fiyetê êm erzan bûne, dê penêr jî erzan bûne. Hem em hem jî welatî dê rihet bûna. Lê zemên tên kirin bandoreke nebaş li her kesî dike."