HDP çû serdana berxwedêrên Kartonsanê

img
 
 
STENBOL - HDP çû serdana karkerên Kartonsanê ku ketine greva birçîbûnê. 
 
Karkerên Febrîqeya Kartonsanê ya li Kocaeliyê ku ev 6 meh in ji hevdîtinên peymanên komelî encamek bi dest nexistin, di 22’yê kanûnê de dest bi grevê kirin. Karker bi daxwaza ji sedî 150 zemê dest bi grevê kirine. Cîgira Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a ji Kedê Berpirsyar Şaziye Kose, Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum û rêveberên Partiya Çep a Kesk çûn serdana karkeran. 
 
Şandeya HDP’ê ku bi dirûşman kete qadê, bi karkeran re rûnişt û pê re sihbet kir. Di dema sihbetê de HDP’iyan got ku piştgiriyê didin karkeran. Piştre jî şande ji cihê çalakiyê vegeriya.