Sala nû bi zeman dest pê kir

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Sala nû bi bihakirinê dest pê kir. Bi taybetî cezayên trafîkê û bac hatin zêdekirin. 

Tirkiye bi bihakirina fiyetan û bacan dest bi sala nû kir. Bi taybetî jî cezayên trafîkê dê barê welatiyan gelekî giran bike. Baca wesayîtên bimotor, baca emlaqê, xerca ehliyetê, xerca pasportê, binpêkirina pîvanên trafîkê jî di nav de gelek xerc, ceza û bac hatin zêdekirin. 
 
Zêringer ji bo karibin kar û barê xwe yê bazirganiyê bidomînin, şertê belgeya karbidestiyê li ber wan hat danîn. 
 
Li gor baca veniştgehê jî dê ji kesên ku li otêl, gundên betlaneyê, otêlên bûtîk, pansiyon, kampîngîn û hwd. bibînin ji sedî 2 bac bê wergirtin. 
 
Her wiha dê ji sedî 10'ê baca şahiyê ku ji temnaşevanên konser, pêşbirkên werzîşê, şano, sînema û pêşbirka hespan dihat standin, di 1'ê Çileyê de bê betalkirin. 
 
XERCÊN EHLIYETAN
 
Di sala nû de xerca ehliyeta sinifa A'yê bû 825,70 TL û ya B'yê jî bû 2 hezar û 489,90 TL.