Çotkarên tûtinê: Rê li şîrketên mezin vedikin

img

STENBOL - Çotkarên tûtinê diyar kirin ku bi qedexeya firotina tûtina xam re, rê li şîrketên mezin ên tûtinê tê vekirin. Çotkaran anîn zima ku bi van qanûnan dê kesên tûtinê difiroşin bên cezakirin û ev tişt hat gotin: "Ked û mafê çotkaran tê xwarin. Rê li pêş şîrketên mezin tê vekirin." 

Di pêşnûmeya torbe ya anîn rojeva meclisê de tê xwestin ku çotkarên tûtinê yên li piyasê tûtina xam difiroşin bên cezakirin. Ger ku ev pêşnûma bibe zagon dê kesên vekirî tûtinê difiroşin di navbera 3 - 6 salan de bên cezakirin. Piştî ev pêşnûmeya torbe ya der barê tûtinê de hat rojeva Meclisê, li Semsûr û Stenbolê çotkar û hilberînerên titûnê çalakî pêk anîn û nerazîbûn nişanê pêşnûmeyê dan. 
 
Çotkarê tûtinê Turabî Bekçî, diyar kir ku bi van zagonan dixwazin çotkarên titûnê ji kok ve tune bikin û wiha got: "Heta ku dengê me bê bihistin û em mafê xwe bi dest bixin, em ê li qadan bin. Ji me re dibêjin fînansa terorê ye. Lê heta niha em nebûne finansa tu kesî. Tenê me pê debara xwe kiriye. Her dem em li pey xwarina xwe ne. Em vê tawanbariyê qebûl nakin. Em tenê dibêjin em ê çawa berhemên xwe bifiroşin û debara xwe bikin." 
 
JI SEDÎ 84 OTV DISTÎNIN
 
Bekçî, xwest êdî rayedar keda wan nexwin û wiha axivî: "Îro ji cixareya puro ku kesên dewlemend dikişînin ji sedî 40 OTV distînin, lê ji titûnê ji sedî 84 OTV tê standin. Em vê bê edaletiyê qebûl nakin. Îro yên 20 trilyonên wan hebin dikarin fabrîqeyan ava bikin, lê yên 2 trilyonên wan hebe nikarin fabrîqê ava bikin." 
 
Çotkarê tûtinê Metîn Akbal jî anî ziman ku bi pêşnûmaya torbeyê rê pêşî li wan tê girtin û rêya şîrketên mezin tên vekirin. Akbal, anî ziman ku hemu mafê çotkaran ji destê wan tê girtin û ev tişt got: "Dixwazin bi van zagonan cezayê hepsê bidin. Bi vê yekê rê li pêşiya çotkar û esnafên biçûk digirin û rê li pêş şîrketên mezin vedikin. Dixwazin bi temamî çotkarên tûtinê tune bikin. Li Semsûr, Amed, Bedlîs, Êlih û Mûşê debara çotkarên çandiniya titûn e. Ger ku vê yekê jî ji destê me derxin tiştekî ku em pê debara xwe bikin tune."