Hevjîna qeymeqam a bijîşk li nexweşxaneyê jî tevî parêzvanên xwe digere!

img
MÊRDÎN - Hat gotin ku bijîşk Ayşe Cidiroglû, hevjîna Qeymeqamê Qoserê Fatîh Cidiroglû li nexweşxaneyê tevî parêzvanên xwe digere û li nexweşxaneyê li odeya xwe ya taybet tenê "nexweşên xisûsî" derman dike. 
 
Bijîşk Ayşe Cidiroglû, hevjîna Qeymeqamê Qosera Mêrdînê û qeyûmê Şaredariya Qoserê Fatîh Cidiroglû, li Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê hat peywirdarkirin. Cidiroglû, ji roja ku li nexweşxaneyê dest bi kar kiriye jê re odeyeke xisûsî hatiye veqetandin û li gorî agahiyên bi dest ketin, di dema kar de parêzvanên qeymeqamtiyê pê re digerin. Her wiha Cidiroglû li nexweşxaneyê, li odeya xwe ya xisûsî, nexweşan derman dike. Hat diyarkirin ku xwarina wê jî polîsên parêzvanên wê tînin odeya wê. Xebatkarên nexweşxaneyê ji ber vê cihêkariyê nerihet dibin. 
 
Hat destnîşankirin ku tenê "nexweşên xisûsî" ji Cidiroglûyê re tên şandin û di dema dermankirina nexweşan de jî parêzvanên wê li cem wê ne.