Ji bo mîtînga ‘Em nikarin debara xwe bikin’ bang kirin: Werin em vê lîstikê xera bikin

img
ÊLIH - Kedkarên Cemaweriyê ku xwe ji mîtînga “Em nikarin debara xwe bikin! Em ne budçeya hilbijartinê budçeya debarê dixwazin” re amade dikin, ji bo xwedî derketina pêşeroja xwe bang li hemû xebatkaran kir ku tev li mîtîngê bibin. 
 
Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Êlihê têkildarî mîtînga “Em nikarin debara xwe bikin! Em ne budçeya hilbijartinê budçeya debarê dixwazin” li kafeyeke bajêr civîna çapemeniyê lidarxist. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ne budçeya hilbijartinê budçeya debarê dixwazin, di 17’ê kanûnê de li Enqereyê ne” hate daliqandin. Endamê MYK’a KESK’ê Varol Oztorûn, endamê MYK’a BES’ê Azîz Ozkan, Endama MYK’a TUM BEL SEN’ê Nazîfe Bayrak Tozû û endamê MYK’a BTS’ê Nazim Sarsilmaz tev li civînê bûn. Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) ya Êlihê Nûrettîn Şîmşek ê ewilî axivî, da zanîn ku ji bo daxwazên xwe bînin ziman weke kedkaran wê li Enqereyê bin û banga tev li bûnê kir. 
 
QEYRANA ABORΠ
 
Endamê MYK’a KESK’ê Varol Oztorûn ê daxuyanî xwend bal kişand enflasyona zêde û krîza aborî û wiha got: “Êdî em nikarin pêdiviyên xwe yên bingehîn bikirin. Hejmara bêkaran bû 8 milyon. Hema bêje li her malê bêkarek heye. Bêkarî herî zêde bandorê li jinan û ciwanan dike. Ji her du kesan yek ê dixebite mûçeya kêmane digire.”
 
JI DEZÎ HETA DERZIYÊ ZEM KIRIN
 
Oztorûn, bi bîr xist ku ji dezî heta derziyê zem hatiye kirin û wiha berdewam kir: “Tiştê ku me duh dikarî bikirin em niha nikarin bikirin. Her ku diçe xizan dibin. Desthilateke ku di hilbijartina nêzîk dibe de her ku diçe bi windakirinê re rûbirû dimîne heye. Ji ber vê yekê bi serî li heman rêbazan didin. Budçeya 2023’yan weke ku budçeya ji bo gel nîşandidin û dixwazin bikin propagandaya hilbijartinê. Em hemû kedkarên ku bi keda xwe debara xwe dikin hişyar dikin. Em bang dikin ku vê lîstika ku heta roja îro bi dehan û bi sedan caran hatiye lîstin xera bikin.”
 
BACE JI BO BUDÇEYA ŞER DIÇE 
 
Oztorûn, bal kişand ku ji her 100 lîre 15 lîre ji polîtîkayên şer û pevçûnê re ji bo çekan tê xerckirin û ev tişt gotin: “Ji bo em li nan, ked û pêşeroja xwe xwedî derkevin, em di 17’ê kanûnê roja şemiyê li Enqereyê di mîtînga ‘Em nikarin debara xwe bikin! Em ne budçeya hilbijartinê budçeya debarê dixwazin’ de tên gelhev. Em bang li karker, kedkarên cemaweriyê, tedawîdan, kesên mûçeya kêmane digirin, jin, ciwan û herkesên di bin çerxa vê pergalê de tê perçiqandin dikin.”