TUÎK’ê daneyên bêkariyê parve kir

img
ENQERE - TUÎK’ê da zanîn ku di cotmehê de 57 hezar bêkar li hejmara bêkaran a mehek berê zêde bûne û bi vê yekê re hejmara bêkaran a li Tirkiyeyê bû 3 milyon û 534 hezar. 
 
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), hejmara bêkariyê ya cotmehê eşkere kir. Li gorî TUÎK’ê; li seranserî Tirkiyeyê hejmara kesên bêkar ên ser 15 saliyê re li gorî mehek berê di meha cotmehê de 57 hezar kes zêde bûne û bi vê yekê re hejmara bêkaran a li Tirkiyeyê bû 3 milyon û 534 hezar kes. Rêjeya bêkariyê ji sedî 0,1 zêde bû û bû ji sedî 10,2. Li gorî daneyên TUÎK’ê, rêjeya bêkariyê li gorî par ji sedî 1 kêm bû. 
 
Hejmara bêkariyê ya di nava temenên di navbera 15-24’ê de li gorî mehek berê ji sedî 1,8 zêde bû û bû ji sedî 21,9.