‘Di budçeya 2023’yan de ne kesên teqawidbûyî lê şer heye'

img
ENQERE - Sekreterê Giştî yê Tum Emeklî-Senê Îshak Kocabiyik, diyar kir ku budçeya 2023'yan ne ji bo kesên teqawidbûyî, ji bo şer hatiye veqetandin û got ku tu hewldaneke desthilatê ya ji bi çareserkirina pirsgirêkan tune ye. 
 
Sendîkaya Tevahiya Kesên Teqawidbûyî (Tum Emeklî-Sen) ku di 2017'an de hatibû avakirin û di sala 2021'ê de ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibû girtin, tevî hemû zext û zordariyan jî têkoşîna xwe ya rêxistinbûyî didomîne. Tum Emeklî-Sen, di 26-27'ê mijdarê de cardin hat avakirin. Piştî civîna Desteya Giştî, sendîkayê danezana der barê çareserkirina pirsgirêkên kesên teqawidûbûyî de belav kir. 
 
Sekreterê Giştî yê Tum Emeklî-Senê Îshak Kocabiyik, daxwazên kesên teqawidbûyî û budçeya 2023'yan nirxand. 
 
‘TEQAWIDBÛYÎ LI SÎNORÊ MIRINÊ NE'
 
Kocabiyik anî ziman ku niha pirsgirêka bingehîn a kesên teqawidbûyî qelsbûna şert û mercên jiyanê ye û got ku mûçeyê wan nêzî sînorê birçîbûnê bûye. Kocabiyik bilêv kir ku sedema vê yekê jî polîtîkayên desthilatê ne û wiha got: "Mehaneya herî kêm a kesên teqawidbûyî 3 hezar û 500 lîre ye. Bi vî pereyî dest ji debarê berde, ne pêkan e ku mirov li sînorê birçîbûnê jî bimîne. Kesên teqawidbûyî bi vî mûçeyî ancax karibin li sînorê mirinê bin. Em têra xwe sûdê ji xizmeta tenduristiyê nagirin. Gava em sûdê digirin jî em bi heqê xwe digirin. Ev, tê wateya hatine ber sînorê mirinê." 
 
‘PÊDIVIYA ME BI ŞER NÎN E'
 
Bi domdarî Kocabiyik destnîşan kir ku li Tirkiyeyê têkoşîna kesên teqawidbûyî xîtabî derdoreke girîng dike û got ku li Tirkiyeyê nêzî 14 milyon kesên teqawidbûyî hene. Kocabiyik bal kişand ser budçeya 2023'yan jî û got ku kesên teqawidbûyî di vê budçeyê de tune ne. Kocabiyik, axaftina xwe wiha qedand: "Ji bo rantxwiran, holdîngan, sermayeyê û şer heye. Di hevdîtinên ji bo budçeyê de cara ewil behsa fiyetê F-16'an, bombeyên biaqil û fîşekan dikin. Şer ne pêdiviya me ye. Pêdiviya me bi welatekî aştiyane, demokratîk û laîk heye. Em ê di çalakiya xwe ya 15'ê kanûnê de em ê van tiştan ji detshilata siyasî bipirsin. Ez bawer nakim pirsên me bibersivîne lê em kesên teqawidbûyî di van pirsên xwe de û di têkoşîna xwe de bibiryar in."