AMED – Li Amedê zarokên ku li pîşesaziyê û kolanan dixebitin bi lêv kirin ku ji "bêgavî" dixebitin.
Peymana Mafên Zarokan di 20'ê Mijdara 1989'an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatibû qebûlkirin û di 2'yê Îlona 1990'î de ketibû meriyetê. “Mafê jiyanê û pêşketinê, wekhevî, mafê beşdarbûnê, başkirina berjewendiyên zarokan” çar pirênsîbên peymanê yên sereke ne. Ji 196 dewletên ku îmze danîne bin peymanê, yek jê jî Tirkiye ye. Tirkiye, vê peymanê di 27’ê Çileya 1995’an de xist meriyetê.
Lê li gel peymanê jî heta niha li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê gelek zarok ji aliyê hezên lêşkerî û wesatyîtên zirxî ve hatine qetilkirin. Her wiha gelek zarok, ji ber xizanî û debarê ji neçarî di fabrîkayan de û li kolanan bixebitin. Li gorî rapora Meclîsa Tenduristiya Karî û Ewlekariya Karkeran (ÎSÎG), di navbera salên 2013-2021’ê de herî kêm 513 zarok di dema kar de jiyana xwe ji dest dane.
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji ber krîza aborî gel di nav neçarî û xîzaniyê de ne. Gelek zarok ji bo debarê ki kolanan û di fabrîkayan de dixebitin. Di salvegera peymana mafê zarokan de çar pirensîbên bingehîn ên peymanê cardin ji aliyê pergala heyî ve tên binpêkirin.
Li Amedê gelek zarok ji bo debarê ji "bêgavî" li pîşesaziyê û kolanan dixebitin. Ji ber krîza aborî ya pergala kapîtalîzmê zarok 20’ê Mijdarê salvegera Roja Mafê Zarokan d
li fabrikayan û kolanan pêşwazî dikin. Têkildarî salvegera peymanê me bi zarokên di fabrîkayan de û li kolanan dixebitin re axivîn.
‘HEVÎ Û XEYALÊN ZAROKAN TUNE NE’
Zarokê bi navê B.B. (17) k li pîşesaziya li Seyrantepeyê di fabrikaya peçeteyan de dixebite diyar kir ku ji bo debara malê bike ji neçarî dixebite û ev tişt gotin: “Min jî dixwest bixwînim, lê neçarim debara malê bikim. Xebata li sanayiyê pir dijwar e, lê tiştekî ez bikim tune ye, rewşa malbata min a debarê baş nîn e ji ber wê ez neçarim li vir bixebitim. Lê tevî ku ez li sanayiyê dixebitim jî em nikarin debara xwe bikin.”
B.B. anî ziman ku ew 12 xwişk û bira ne û tenê ew û birayekî xwe dixebitin. B.B., destnîşan kir ku hefteyê rojekê destûra wî heye, lê dema kar pir be destûra wî jî tê betalkirin û wiha got: “Tu xeyal û hêviyek me nemaye. Di nav vê xîzaniyê de xeyal û hêvî tune ye.”
ZAROKÊ 14 SALÎ: JI BO HEQÊ NAN
Zarokê bi navê M. Y. yê 14 salî jî ku naylonan kom dike bi lêv kir ku ji neçarî naylonan kom dike û wiha axivî: “Em sibê heta êvarê naylonan kom dikin û difiroşin. Lê em bi erzanî difroşin, 60 TL . Em neçar in vî karî bikin. Pereyên me tune ne, ji bo em bikarin heqê nanê malê derxin dixebitin. Bavê min wefat kir, dêya min û 4 xwişk û birayên min hene. Ez neçar im ku bixebitim.”
‘HAYA MIN JI ROJEKE WISA TUNE YE’
Zarokê bi navê M.B. yê 15 salî ku di karl ceyranê de dixebite diyar kir ku hem dixwîne hem jî ji bo debara malê dixebite û ev tişt anîn ziman: “Karê me, zahmet e, amûrên ceyranê giran in ji ber wê ez nikarim wan hildim. Tenê di dibîstanê de ez bi hevalên xwe re digerim. Ji bilî wê ez bi hevalên xwe re nagerim.”
Der barê 20’e ijdarê Roja Mafê Zarokan a Cihanê de jî M.B. destnîşan kir ku heta niha haya wî ji rojeke wisa tune bûye û got: “ Qaşo ji bo ku mafê zarokan baş bikin ew roj diyar kirine. Heke armanca wan başkirina mafê zarokan be, divê di destpêkê de rewşa malbatan a aboriyê baş bikin. Hûn zarokan êdî li parkan de nabînin, tenê li cihên kar û xebatê zarok hene. Niha sar e, em li ber sobeyê destê xwe germ dikin. Tenê xeyalek min heye ew jî ceyranvanî ye.”
‘EM NIKARIN BI HEVALÊN XWE RE BILÎZIN’
Zarokê bi navê O.D. yê 15 salî jî anî ziman ku tenê mafê zarokan ê xebitandine heye û wiha pê dê çû: “Ez mecbûr im bixebitim, ji ber vê naçim dibîstanê. Heftê 200 TL digirim. Ji bo debara malê ez, xwişka min û bavê min dixebitin. Dibêjin mafê zarokan, lê tenê mafê zarokan ê xebitandinê heye. Ji bilî vê tu mafê zarokan tune ye. Mafê me û zarokatiya me ji destê me girtine. Em nikarin bi hevalên xwe re bilîzin, her sibe zû em radibin, ev jî pir zor e.”
MA /Mahmût Altintaş