ENAG: Enflasyon derket ji sedî 185’an

img
ENQERE - Li gor hesaba ENAG a ji hêla akademîsyen û aborînasan hatiye avakirin, rêjeya zêdebûna enflasyonê ya 12 mehan ji sedî 185,34 zêde bûye. 
 
Li gor hesabên Koma Lêkolîna Enflasyonê (ENAG) kirine, enflasyona mehane ji sedî 7,18 zêde bû. Zêdebûna enflasyona 12 mehan jî bû ji sedî 185,34. Dema ku komên jêrîn ên TUÎK’ê wek nîşanker hatin girtin, kêmbûna mehane ya herî bilind ji sedî 1,92 di xaniyan de û zêdebûna herî bilind jî ji sedî 21,50 di kinc û pêlavan de pêk hat. 
 
Li gor hesabên ENAG’ê enflasyona mehane ya îlonê, ji sedî 5,30 zêde bûbû.