Piştî 23 salan pembû danî, lê poşman bû!

img
ÎDIR - Cotkar Abdûrrahman Kiliçarslan ku piştî 23 salan li Deşta Îdirê pembû çandiye diyar kir ku ji ber mesrefan poşman bûye û got ku berpirsê vê yekê desthilata AKP'ê ye. 
 
Bi rêbaza avhewaya klîmaya mîkroyî piştî 23 salan li Deşta Îdirê pembû hat çandin. Cotkar Abdûrrahman Kiliçarslan (37) ê ji gundî Çamûrliyê yê navçeya Başanê ya Îdirê ku îsal hezar û 200 donim pembû daniye. Kiliçarslan anî ziman ku ji ber zêdebûan mesrefan dê hew pembû deyne û got ku berpirsê vê yekê desthilata AKP'ê ye. 
 
Kiliçarslan bibîr xist ku erda Deşta Îdirê erdeke biber e û got ku ji ber vê berdariya pembû jî baş e. Kiliçarslan wiha got: "3 sal in ez li vir cotkariyê dikim. Berê me bi piranî nefel datanî. Lê ji ber ku qezenca nefelê kêm bû, me dest bi pembû kir. Bes ku fêdeya me bigihê vî bajarî me pembû çand. Me hezar û 200 donim pembû danî, lê ji ber zêdebûna mesrefan em xisirîn." 
 
‘JI BER BIHABÛNÊ XISIRÎM'
 
Bi domdarî Kiliçarslan da zanîn ku pembû bereke bikulfet e û wiha got: "Divê karker li nava erd bixebitin. Eşêf, tevrik hwd. gelek kar û barê pembû heye. Ji ber ku erdê min bi îcare bû, min serê donimê hezar û nîv da. Gubreyê ku par tona wê bi 5 hezaran, îsal bi 19 hezaran e. Heqê veguhestinê û karkeriyê li gor par 2 qat zêde bûne. Par makîneya berhevkirina pembû serê donimê bi 200 TL werdigirt, îsal 800 TL. Mazot par bi 6 lîreyan bû, îsal bi 27 lîreyan e. Kooperatîfa Çandiniyê par bihayê pembû kir 22 lîre, îsal daxit 16 lîreyan. Ji xeynî min kesî li Deşta Îdirê pembû neçandiye. Ji ber ku bihayê pembû erzan e kes naxwaza deyne. Em ji ber vê xisirîn." 
 
‘ÊDÎ NAÇÎNIM'
 
Kiliçarslan destnîşan kir ku sedema rewşa aboriya welêt desthilata heyî ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Sedema ev qas pirsgirêkên aborî û desthilata siyasî ye. Ji ber zemên ku bi destê desthilatê tên kirin êdî em nikarin tu karî bikin. Li herêmê febrîqeyeke çirçirê tune ye. Ji ber vê em pembû dibin Amedê yan jî Rihayê. Ji niha û pê ve hew pembû diçînim. Ev ji dêvla çandiniyê teşwîq bikin, çi astengî hebin datînin ber cotkaran. Min hezar û 200 donim pembû çand, ez xisirîm. Ma ev xisar xema hikûmetê ye? Tiştekî ez jê qezenc nekim ez ê çima deynim?"