Turan: Tifaqa AKP-MHP’ê qaseya baronên şer tije dike

img
ENQERE - Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Ridvan Turan diyar kir ku polîtîkaya şer a destilatdariyê enfasyon ji sedî sed zêdetir kiriye û wiha got: “Tifaqa AKP-MHP’ê qaseya baronên şer tije dike.” 
 
Cîgirê Hevserokê Giştî yê ji Komîsyona Aborî û Çandiniyê Berpirsyar ê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ridvan Turan û Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr têkildarî hevdîtinên Bûdçeya 2023’yan li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist. 
 
Di civînê de Turan da zanîn ku tê texmînkirin ku bûdçe 600 milyar TL’an kêm biavêje û wiha got: “Ev bûdçe, bûdçeya hilweşînê ye. Bûdçeya ku ciwan, gel û jinan di nava xwe de nahewîne ye. Mixabin ku di vê bûdçeyê de cih nedane kedkaran, ekosîstemê û xwezayê. Weke ku 20 sal in dike, AKP’ê dîsa bûdçeya ji gel kom kirî xist berîka patron, seryamedar, dewlemend û baronên şer. Îcar navê bûdçeyê li vê rewşê dike. Muafiyet, îstîsna û daxistina bihayê ya par dihat texmînkirin derdora 385 milyaran bûn lê îsal zêdetirî 994 milyaran çêbûye. Li cihekî ku TUÎK enflasyonê ji sedî 83 hesab dike de muafiyetên sermayeyê ji sedî 300 hatine zêdekirin. Derdora 840 milyar lîreyan ji sermayeyê re hatiye pêşkeşkirin. Ev rêjeye, 200 milyar lîreyan ji kêmaniya bûdçeyê zêdetir e.”
 
BÛDÇEYA BACÊ
 
Bi domdarî Turan diyar kir ku dahatên bûdçeyê derketiye 3 trîlyon û 810 milyar lîreyan û wiha pê de çû: “Ev bûdçe, bûdçeya bacan e. Ji her heft lîreyên Tirkiye ji hemwelatiyên xwe distîne lîreyek jê ji bo faîzê diçe. Serokê Giştî yê AKP’ê ku bo faîzê sînorê ‘NAS’ê danîbû, di teklîfa bûdçeya sala 2023’yan de ku îmze kiriye, 565 milyar lîreyên ji karker, ciwan, esnaf û jinan wergirtin xistin berîkên lobiyên faîzê. Yek ji qelemên lêçûnan ên herî mezin, lêçûnên faîzê ne. Erdogan her carê dibêje faîz xeta me ya sor e lê belê yek ji qelemên lêçûnan ên herî mezin e. Her wiha ji bo sektora parastin û ewlekariyê jî di sala 2023’yan de 468,7 milyar lîre hatiye veqetandin. Anku ji her 7 lîreyên ji welatiyan tên standin lîreyek jê ji bo milîtarîzm, şer, çek, ÎHA û SÎHA’yan tê veqetandin. Bûdçeya şer û ewlekariyê ya tifaqa AKP-MHP’ê, par 230 milyar derbas kirine. Vê tifaqê, enflasyona şer û ewlekariyê ji sedî sed zêdetir kir. Niha derdora 468 milyar lîreyan e. Anku desthilatdariya ku dibêje dê bi rêya enflasyona derew a TUÎK’ê pereyan bidim karker, karmend û kedkaran, di esasê xwe de qaseya baronên şer tije dike. Lewma jî ev bûdçe, bûdçeya şer e.” 
 
BÛDÇEYA TUNEKIRINA ÇANDINIYÊ
 
Di berdewamê de Turan got ku di bûdçeya dawî ya desthilatdariya AKP’ê de tê destnîşankirin ku dê alîkariyên civakî 161 qatan zêde bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di esasê xwe de li xwe mikûr tên bê ka civak çiqas xizan bûye. Lewma jî ev bûdçe, bûdçeya xizaniyê ye. Ji bo çandiniyê 143 milyar lîre hatiye veqetandin. Lê ji vê parê tenê 54 milyar lîre hilberînerên biçûk û gundiyên xizan eleqedar dikin. Para din jî dê biçe berîka xwediyên milkên mezin, yekdestiya çandiniya endustriyel. Lewma jî ev bûdçe, bûdçeya tunekirina çandiniyê ye. Pêşniyara HDP’ê ya li dijî vê bûdçeya hilweşînê, bûdçeya çareseriyê ye. Bûdçeya çareseriyê dê bibe bûdçeya ked, aştî, wekhevî, xweza, jin, ciwan û zarokan. Em ê pêşniyara xwe ya bûdçeya çareseriyê bi gelê xwe re parve bikin. Sedema enflasyonê polîtîkayên Erdogan in. Rêya xelasiya ji vê jî hilberîneke nû û feraseta parvekirinê ye.”