Komkujiyên kanên madenan ne fitrat ne jî qeder in

img
RIHA - Berdevkê Platfoma Ked û Demokrasiyê ya Sêwregê Serdar Tum di çalakiya şermezarkirina Komkujiya Bartinê de axivî û got: “Tiştên hatine jiyîn ne ‘fitrat’,  ne jî ‘qeder’ e.”
 
Platforma Ked û Demokrasiyê li navçeya Sêwrega Rihayê, “teqîna grîzûyê” ya kana madenê ya navçeya Amasraya Bartinê ku 41 karkeran jiyana xwe ji dest dabûn, bi daxuyaniyekê şermezar kir. Di daxuyaniya Qada Kanlikûyû ya navenda navçeyê hate kirin de pankarta li ser “Ne qeza ye, cînayat e, ne qeder e qetlîam e” hat vekirin û dowîzên li ser wêneyên kesên di teqînê de jiyana xwe ji dest dane hebûn hatin hilgirtin. 
 
‘QEZA NÎN E KUŞTIN E’
 
Di daxuyaniya bi rêzgirtinê hatiye destpêkirin de berdevkê demê yê Platformê Serdar Tum sedema qetlîamê weke “rant” pênase kir û wiha got: “Em dibêjin ne qeza ye, kuştin e. Ji ber arizîkirin, taşeronkirin, bêsendîka hiştin, bêtemînat û bêrêzik xebitandin jiyana xebatê veguherandine çiravê. Tiştên tên jiyîn ne fitrat û qeder e. Bêcezahiştina Soma û Ermenekê nîşanî me didin ku kanên madenê çalên mirinê ne. Em careke din ji vir dibêjin ku em ê wek hêzên ked û demokrasiyê hemberî çavbirçîtî û mêtingeriyê bin.”