'Tekane berpirsyarê cînayeta li Bartinê desthilatdariya siyasî ye’

img
ÎZMÎR - Endamên Tum Belsen û Genel-Îşê diyar kirin ku tekane berpisyarê komkujiya li Bartinê desthilatdariya siyasî ye û banga têkoşîna birêxistinkirî li karkeran kirin. 
 
Sendîkaya Kedkarên Hemû Şaredarî û Rêveberiyên Herêmî (Tum Belsen) û Sendîkaya Karkerên Xizmetên Giştî (Genel-Îş) bi mebesta protestokirina komkujiya li kana madenê ya li Bartinê li Kulturpark a Îzmîrê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Em, ji bo ku ro yê bibînin, tarîtiyê dikolin. Soma, Ermenek, Bartin ne qeza lê cînayetin” hatibû vekirin. Beşdaran gelek caran dirûşmên “Ne qeder lê cînayet, berpirsyar hikûmet”, “Karker dimirin, sermaye mezin dibe”, “Ji Somayê ta Bartinê dem dema hesab pirsînê ye”, “Dijminê Bartinê pergala AKP’ê” û “Hikûmet îstîfa” berz kirin. 
 
Daxuyanî ji hêla Endamê Lijneya Rêveber a Şaxa Hejmar 1 a Tum Belsen a Îzmîrê Turgut Angun ve hat xwendin. Angun, da zanîn ku ji bo pêşîlêgirtina teqînan tu tevdîr nayên girtin û wiha got: “Piştî her bûyerê, desthilatdarî dibêje ku dê berpirsyarên wê hesabê bidin. Lê desthilatdariya siyasî berevajî ronîkirina van cînayetan, bêhtir nixûmandiye. Serokkomar, bi gotina ‘qederê’ peyamê ji cihên peywendîdar re dişîne ku berpirsyar neyên cezakirin. Lê em kedkar û karker baş dizanin ku mirina di vî karî de qeder nîne. Tekane berpirsyarê cînayeta li Bartinê, desthilatdariya AKP’ê ye. Ji bo pêşîlêgirtina mirinên li kanên madenan, em banga têkoşîna birêxistinkirî li hemû karkeran dikin.”