‘Ji ber ku budçe ji bo şer hatiye veqetandin welat di vî halî de ye'

img
WAN - Waniyan diyar kir ku ji ber polîtîkayên aboriyê yên desthilatê bi zor û zehmetiyan re rû bi rû mane û gotin ku êdî nan jî bi dest wan nakeve û ji ber budçeya ji şer re hatiye veqetandin welat di vî halî de ye. 
 
Waniyan destnîşan kir ku ji ber polîtîkayên aboriyê yên desthilatê bi zor û zehmetiyan re rû bi rû mane û gotin ku ji ber ku budçe ji şer re tê veqetandin krîz kûr bûye. Welatî Davût Karakoç wiha got: "Vê mehê fatûreya ceryanê ya malê hezar û 200 lîre hatiye. Dê ev krîza aborî bi guherandina pergalê hel bibe, lê ez wisa texmîn dikim ku dê bandora vê krîza desthilatê 20 salan bidome.
 
'DIVÊ EV DESTHILAT BIÇE'
 
Behcet Yilmaz jî bilêv kir ku nikare debara xwe bike û bal kişand ser zêdebûna fiyetan. Yilmaz anî ziman ku par bi 3 hezaran cilşo stendiye, lê niha fiyetê wê bûye 9 hezar TL. Yilmaz wiha got: "Ev welat, ji ber ku welatekî kedxwar û pergaleke kapîtalîst e, rewş wiha ye. Tekane çareserî çûna vê desthilatê ye. Helbet ya herî zêde krîzê kûr dike şer e. Desthilat hewl dide bi xwînê li ser pêyan bimîne. Êdî gel divê vê bêçaretî û betaliyê bibîne. Pirsgirêk bi vê desthilatê nayên çareserkirin. Gava ev desthilat biçe dê pirsgirêk çareser bibin." 
 
‘MEAŞÊ KÊM JÎ NAYÊ DAYÎN'
 
Selîm Yagiz anî ziman ku karekî bi meaşê kêm jî bi dest wî nakeve û wiha got: "Li Wanê niha meaşê kêm jî nayê dayîn. Mirov 12-14 saetan bi 2-3 hezar lîreyî tên xebitandin. Mirov êdî nikarin nan jî bikirin. Berpirsê vê krîzê desthilat e. Ji ber ku yê em xistin vî halî desthilata heyî ye, ev rewş bi vê desthilatê çareser nabe. Fiyetê dolar, euro û zêr firiya çû. Ciwan êdî nikarin bizewicin. Em amûrên spî hemûyan bikirin, hemû dikin sed hezar lîre. Yanî gava ciwanek bizewice herî kêm divê 300 hezar lîreyî xerc bike. Ez çûm ÎŞKÛR'ê, cem rayedarên dewletê lê kar bi dest min neket. Nêzî 7-8 meh in betal im û ji sibê heya êvarî li qehwexaneyê me. Berê li Stenbolê dixebitîm, lê ji ber ku heqê kirêyan zêde bû min dest ji kar berda û hatim Wanê." 
 
DEST JI KARÊ XWE YÊ 20 SALAN BERDA
 
Recep Argûn ku ji ber krîza aborî dest ji karê xwe yê 20 salan radyovaniyê berdaye anî ziman ku ji sedî 90'ê gel nikare debara xwe bike û wiha got: "Berpirsên vê krîzê ên welat bi rê ve dibin bi xwe ne." 
 
Emrah Oyarkiliçgîl jî destnîşan kir ku berpirsê vê krîzê dewlet e, lê desthilat krîzê red dike û wiha got: "Dibêjin 'krîz tune ye, lê kar heye.' Lê ev ne rast e. Mirov nikarin nan bibin mala xwe. Êdî pere têra heqê kirê, xwarin û vexwarinê nakin. Fiyet her roj biha dibin. Hema bibêje fiyet rojane zêde dibin. Berê tenê serê salê fiyet zêde dibûn, lê niha mehane zêde dibin. Ev, êdî barê mirovan giran dike. Paşê hin kes radibin dibêjin 'birçîbûn tune ye.' Lê birçîbûnî heye. Kesên vî welatî bi rê ve dibin, serokên vî welatî gel perîşan kirine." 
 
JI BER MESREFAN NIKARE BIÇE DIBISTANÊ
 
Ender Demîr jî ku ji ber krîza aborî navber daye dibistanê wiha got: "Ez xwendekar im, lê nikarim ji bin mesrefan rabim. Min îsal zanîngeh qezenc kir, lê ji ber rewşa aborî min dest jê berda. Ez li bendê me şert û mercên aboriyê baş bibin. Her kes bi sedemên vê krîzê dizane. Dewlet bila pereyê ne ji bo çekan, ji bo perwerdehiyê xerc bike. Ji bo siberojê tu hêviyek min tune ye." 
 
Kerem Kaya jî ragihand ku tevî 12 zarokên xwe di xaniyê bikirê de ye û wiha got: "Tona komirê bûye 10 hezar TL, arvan bûye 600 TL û rûn bûye 700 TL. Dê mirov çawa debara xwe bikin? Ji ber ku me dengê xwe da vê desthilatê em ketin vî halî. Parlementerê ku me deng dayê hê jî me ew nedîtiye. Ev heqê me ye. Zivistan tê, lê em nizanin em ê çi bikin. AKP, tu tiştî nake ji bo vî gelî. Esnaf ji sibê heya êvarî li ber dikanên xwe rûdinên. Kar tune ye. Ev ne jiyan e." 
 
‘DI BERÎKA MIN DE 15 LÎRE HEYE'
 
Welatiyekî ku nexwest navê xwe bibêje diyar kir ku nikare bi meaşê kêm debara xwe bike û wiha got: "Ez 36 salî me, 2 zarokên min hene û ez di kirê de me. Di berîka min de tenê 15 lîre heye. Kî dibêje ez debara xwe dikim derewan dike. Ev welat çûye, nemaye êdî."