Sewalên wî di dest de mane: Ê ezyetê dikişîne em, yê qezenc dikin hinekî din

img

RIHA - Sewalvan Mûzaffer Çetîn ku di arîfeya Cejna Qurbanê de tenê 3 heywan firotine got: "Mesrefa rojane ya heywanekê 100 TL ye. Ez kîloya heywana sax bi 85 TL'yî difiroşim, lê li qesêb kîloya goşt 180 TL ye." 

Cejan Qurbanê jî ne bi dilê sewalvana ye. Sewalvanan bal kişand ser zor û zehmetiyên xwedîkirina heywanan û gotin lê bedêla vê eziyeta dikişînin bi dest wan nakeve. Sewalvanên rihayî diyar kirin ku par kîloya ceh bi 2 lîreyan bû, lê niha bûye 7-8 lîre, kîsê êm yê bi 90 lîreyî bûye 380 lîre û dewareke ku par bi 15 hezaran difirotin îsal nikarin bi 30 hezar TL'yî bifroşin û gotin mesrefa mehane ya heywanekê herî kêm 3 hezar TL ye. 
 
Sewalvanên ku 900 şikeftên li quntarên 3 çiyayên li bejahiya Taxa Topdagî ya navçeya Eyyûbiyeyê kirine axur, di çûnhatinê de zehmetiyê dikişînin. Sewalvanan diyar kir ku 30 sal in di her hilbijartinê de soz tê dayin ku dê rê bê çêkirin lê piştî hilbijartinan soz tên jibîrkirin. 
 
MESREF ZÊDE YE
 
Sewalvan Mûzaffer Çetîn ku 26 sal in vî karî dike got: "Xwedîkirina qurbanan pir zor e. Mesref pir zêde ye. Gava em wan xwedî dikin em bi gelek zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Ez kîloya heywana sax bi 85 TL'yan difiroşin, lê li qesêb kîloya goşt bi 180 TL'yî ye." 
 
‘ÇEWLIK VALA NE’
 
Çetîn bal kişand ser bihabûna êm û ceh û wiha: "Par me bi erzanî difirot lê em razî bûn. Pereyê ku me par qezenc dikir bi dilê me bû, lê îsal ne bi dilê me ye. Sewlavnaî zehmet bûye." Çetîn destnîşan kir ku berê fiyet carekê biha dibûn lê niah her roj biha dibin û got: "Em êmê heywanan jî bi deyn dikirin. Heya heywanek mezin dibe bi qasî 15 hezar TL'yan êm dixwe. Mesrefa rojane ya heywanekê 100 TL ye. Ji ber ku goşt ji derve tê îthalkirin sewalvan dixisirin. Çewlik êdî vala ne. Xwe dixapînin. Em rezîl bûne. Milet ji ber ku dixisire êdî heywanan xwedî nake." 
 
Çetîn da zanîn ku gelek eksan dest ji sewalvaniyê berdaye û wiha axivî: "Îsal şansê me yê dawî ye. Hêdî hêdî her kes dest ji sewalvaniyê berdide. Min beriya Cejna Qurbana par 30-40 heywan firotin, lê niha min tenê 3 heb firotine. Pereyê milet tune ye. Li Topdagiyê nêzî 900 şikeft hene. Di her şikeftekê de 30-80 heywan hene. Berê pritir bûn. Berê di her şikeftekê de 200-300 heywan hebûn, lê niha 20-30 heb hene. Her diçe kêmtir dibe. Em difiroşin lê nikarin bikirin." 
 
‘EM BACÊ DIDIN'
 
Çetîn bal kişand ser pirsgirêka rêya herêmê jî û wiha pê de çû: "Pirsgirêka rê heye. Milet bi peya tê vira. Peya pir zehmet e. Em nikarin kayê bi wesayîtan bînin vira. Kesên ceh tînin ji ber rê zêde ji me distînin. Ev şikeft di nava taxê de ne. Em ji bovan şikeftan bacê didin. Em heqê av û ceryanê didin. Lê rê nayê çêkirin. Di navbera vira û Gola Maisyan de 2 kîlometre heye. Di dema hilbijartinan de dibêjin em ê rêya we çêbikin, lê piştî hilbijartinan soza xwe ji bîr dikin. Hilbijartin nêz bûye, wê dîsa bibêjin 'em ê çêbikin.' Dewlet divê pitşgiriya sewalvanan bike, yan na dê sewalvanî nemîne." 
 
MA / Emrûllah Acar