Platfoma Tenduristiyê ya Mêrdînê: Sedema tundiyê têkçûna pergala tenduristiyê ye

img
MÊRDÎN - Platfoma Tenduristiyê ya Mêrdînê ku têkildarî Dr. Mûrat Fîlîz ê rastî êrişa xizmên nexweşan hatibû, daxuyanî da, diyar kir ku sedema tundiyê têkçûna pergala tendûristiyê ye û xwest bi lezgînî gav bên avêtin. 
 
Platforma Tenduristiyê ya Mêrdînê êrişa dûh a li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê li dijî Dr. Mûrat Fîlîz û kedkarên tendûristiyê yên ku xwestine mudaxileyê bûyerê bikin, hatibû kirin, bi daxûyeniyekê şermezar kir. Gelek bijîşk û kedkarên tendûristiyê tev li daxuyaniya ku li pêşiya polîklînîkên nexweşxaneyê hate kirin bûn. Di daxûyaniya ku pankart tê de hatibû vekirin de, yek ji rêveberên Odeya Bijîşkan a Mêrdînê Hamza Oktay metna daxuyaniyê xwend. 
 
DIVÊ LEZGÎNÎ GAV BÊN AVÊTIN
 
Oktay, diyar kir ku her roj bijîşk rastî tundiyan tên û Ersîn Aslan, Kamîl Fûrtûn, Fîkret Haciosman û Aynûr Dagdelen ên ku di van êrişan de jiyana xwe ji dest dane bi bîr xist û got: “Êşa wan hêj di dilê me de ye.” Oktay, anî ziman ku ew naxwazin di dema ku bi fedakarî karê xwe dikin de rastî êrişan bên, jiyana xwe ji dest bidin û wiha berdewam kir: “Berpirsyarê tundiyê yê sereke pergala ku tundiyê hin dike û qad jê re vedike ye. Pergala tenduristiyê ya hikûmeta ku ev 20 sal e bi îdiaya ku 'di tendûristiyê de vegûherînê' pêktîne berpirsyar e. Ji ber pirsgirêkên pergalî bêyî dem wendakirin, divê lezgînî gav bên avêtin.”