ÎSÎG: Di 6 mehan de herî kêm 842 karker canê xwe ji dest dane

img
STENBOL - Meclisa ÎSÎG’ê ragihand k udi 6 mehên ewil ên salê de herî kêm 842 karker jiyana xwe ji dest dane.   
 
Meclisa Tenduristya Karker û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) rapora cînayetên kar ên 6 mehên salê eşkere kir. Li gorî raporê div an 6 mehan de herî kêm 842 karker jiyana xwe ji dest dane. 
 
Di raporê de awayên îstîhdama cînayetên kar hat dayîn. Li gorî vê yekê 792 bi meaş (karker û karmend) û 113 kes jî di karen xwe de (cotkar û esnaf) jiyana xwe ji dest dane. 
 
SEDEMA CÎNAYETAN 
 
Li gorî raporê; 165 karker di qezayên trafîkê û qezayên serwîsê de, 155 karker ji perçiqandin û hilweşînê, 128 karker ji qatên bilind de ketine, 100 karker ji ber krîza dil, xwîn çûye ser mêjiyê wan, 46 karkeran ji ber sedema întîhar, 42 karker ji ber Covid-19’ê, 41 karker ji ber jehrî û xeniqandinê, 40 karker ji ber ku ceyranê bi wan girtiye, 31 karker ji ber tundiyê, 29 karker ji ber teqîn û şewitandinê, 12 karker tiştek li wan ketiye, ji cihekî ve ketine, 6 karker ji ber birîn û qetandinê û ji ber sedemên din jî 47 karker jiyana xwe ji dest dane. 
 
ZAROK Û JIN 
 
Di raporê de hat destnîşankirin ku 22 zarokên karker jî jiyana xwe ji dest dane û her wiha 53 jinên karker jî jiyana xwe ji dest dane. 
 
48 KARKER PENABER IN 
 
Di raporê de t3e gotin ji van karkeran 48 jê penaber bûne. 19 karker ji Sûriyê, 12 karker ji Afganistanê, 4 karker ji Ozbekistanê, 3 karker ji Îranê, 2 karker ji Turkmenistanê, karkerek ji Belarusê, karkerek ji Endonezya, karkerek ji Iraqê, karkerek ji Rûsya, karkerek ji Pakistan, karkerek ji Sirbistanê, karkerek ji Yûnanistanê, karkerek ji Ukraynayê. 
 
STENBOL DI RÊZA EWIL DE YE 
 
Li gorî raporê di rêza ewil a ku herî zêde karker lê mirine Stenbolê tê û pişt re jî Îzmîr û Mugla tê.