Bendera Mêrsînê berê deriyê Rojhilata Navîn bû!

img
MÊRSÎN - Serokê Odeya Senetkar û Esnafê Mêrsînê Talat Tînçer da zanîn ku berê Bendera Mêrsînê deriyê Rojhilata Navîn bûye û wiha got: "Ji ber ku di salên dawî de bi welatên cîran re pirsgirêk hene, di sektora barkêşiyê û sanayiyê de pirsgirêkên mezin derdikevin holê."
 
Li gorî dneyên Odeya Sanayî û Bazirganiyê ya Mêrsînê, di navbera mehên Çile-Tîrmeha 2016'an 107 şirket û kooperatîf hatine girtin, di navbera mehên Çile-Tîrmeha 2017'an de ev hejmar derketiye 147'an. Dîsa di heman mehên sala 2016'an de 166 kargehên bi nasnameya bazirganiyê hatine girtin, di sala 2017'an de ev hejmar derketiye 337'an. Serokê Odeya Senetkar û Sanayiyê Talat Dînçer da zanîn ku esnaf niha hewl didin li piyan bimînin.
 
‘HER ROJ ŞERT GIRANTIR DIBIN’
 
Dînçer destnîşan kir ku ji ber ku marketên mezin û Navendên Danûnstandinê (AVM) zêde bûne, esnafên taxê nakevin nav hevkêşeyê, piştî aborî jî ber bi xirabûnê ve çû, rojên hêj xirabtir bi xwe re anî. Dînçer diyar kir ku her roja ku diçe şert û merc girantir dibin, rojên zehmettir li benda wan in.
 
'JI BO ARAMIYÊ AŞTÎ DIVÊ’
 
Dînçer sedema van pirsgirêkan bi geşedan, pevçûn û şerê li Tirkye û Rojhilata Navîn ve girêda û eşkere kir ku ev bandoreke xirab li ser aboriya bajaran dike û wiha got: "Aboriya Mêrsînê bi bazirganiya welatên cîran re hat sazkirin. Piştî pirsgirêkên li Misir, Sûriye, Iraq û welatên cîran zêde bûn, vê bandora xwe li ser aboriya li Mêrsînê jî kir. Berê Bendera Mêrsînê deriyê Rojhilata Navîn bû. Lê ji ber pirsgirêkên li welatan, di warê barkêşî û sanayiyê de zehmetiyan xwe da der. Ev pirsgirêk bi aştiya navxweyî û cîranan re pêkan e."
 
'DIVÊ PIŞTGIRIYEK XURT HEBE'
 
Dînçer da zanîn ku ji vê krîzê destpêkê esnaf pê bandor bûne û wiha pê de çû: "Hateyeke esnafên piçûk a derî çavan tune. Esnafê piçûk bi dabeşekê naxebite, bi keda destan û xwehdanê dixebite. Li welat piçekî jî tengasiya dabeşiyê hebe, esnafê piçûk gelekê pê bandor dibe." Dînçer anî ziman ku divê esnaf û senetkar bi ewlehiyên taybet û tedbîrên pêşketî û reformên ku çareseriyê diafirîne bên destekkirin, ji hikumetê ne kredî veguherînên bingehîn ên ku teknolojiyek bingehîn pêşkêş dike, bê sazkiirn. Dînçer eşkere kir ku divê esnafên piçûk bên parastin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li Tirkiyeyê bêkarî her ku diçe zêde dibe. Ji bo bêkarî bê kêmkirin, divê piştgiriyeke mezin bidin esnafan. Pirsgirêka esnafan bi pênekirinên piçûk çareser nabe, bi razemenî û piştgiriyên xurt dikare ev mesele bên çareserkirin."
 
'EM NIKARIN KIRÊ BIDIN'
 
Mehmet Altun ê dikana pêlavan kiriye, piştrast kir ku ji ber bê aramî û şerê li herêmê, kes danûnstandinê nake. Altun da zanîn ku esnafên piçûk gelekî ji vê rewşê bandor dibe, nikarin kirêya xwe bidin. Saît Kaya 6 sal e esnaf e, destnîşan kir ku ew qasî berê danûnstandinê nikare bike û wiha got: "Li gorî salên çûyî qasî sedî 70 paşveçûyîn heye. Krîz têrê nake, bi destê dewletê marketên li taxan hatine vekirin jî nahêlin em kar bikin."