Ji 218 dikandarên Hala Zebze ya Amedê 148 kesan dikanên xwe girtine

AMED - Serokê Odeya Komîsyonvanên Fêkî û Zebzeyan ê Amedê Firat Taş diyar kir ku di 2 salên dawî de ji 218 dikanan 148 jê hatine girtin. 
 
Ji ber krîza aborî ya Tirkiyeyê dikandar yeko yeko yeko dikanên xwe digirin. Ji ber kûrbûna krîzê û bihabûnê di 2 salên dawî de ji 218 dikanên li Hala Zebze ya Amedê niha tenê 70 jê dixebitin. 
REWŞA ESNAFAN NE TU REWŞ E
 
Serokê Odeya Komîsyonvanên Fêkî û Zebzeyan ê Amedê Firat Taş da zanîn ku hal ji 4 blokan pêk tê û bi giştî 218 dikan lê hene, lê ji van dikanan niha tenê 70 dikan tenê vekirî ne û dixebitin. Taş, got: "Rewşa esnafan û piyaseyê qet nebaş e. Çimkî selikek ku berê bi 7 lîreyan bû, niha bûye 25 lîre. Bereke ku li Mêrsînê bi 2 lîreyan, heya tê vira dibe 5 lîre û ev ber gava diçe marketê difire.Qezenca me nîne. Li vir simsar jî perîşan bûne. Di nava salekê de ji sedî 30'yê simsaran (komîsyonvan) top avêtine." 
 
148 DIKAN HATIN GIRTIN
 
Taş da zanîn ku di 2 salên dawî de li hala zebzeyan 148 dikan hatine girtin û got: "Gelek jê îflas kirin. Hin kesan jê xaniyên xwe, wesayîtên xwe firotin lê dîs ajî nikaribûn xwe ji topavêtinê xelas bikin."
 
ŞER Û BANDORA WÊ YA LI ABORIYÊ 
 
Taş, bal kişand ser şerê li herêmê tê kirin û bandora wê ya li aboriyê jî û got: "Bandora şer zêde li ser aboriyê heye. Niha em nikarin lazmatiyên xwe yên sereke bikirin. Bi rastî jî îstiqrar nemaye. Aloziyek mezin heye. Her roj dizî, tundî... Kes nikare debara xwe bike."