KONYA - Karkerên çandiniyê yên ji pêdiviyên sereke yên wekî av, serşok, ceryan û lawaboyê bêpar hatine hiştin gotin ji ber ku li warê wan kar tune ye li van deran di şert û mercên "rezîlî"yê de dixebitin.
Bi germbûna dinyayê re karkerên çandiniyê jî berê xwe didin bajarên din. Bi hezaran karkerên çandiniyê yên ku di 29'ê Nîsanê de ji Rihayê berê xwe dane Konyayê di konan de di şert û mercên xirab de dimînin.
BAR LI SER MILÊ JINAN E
Karkerên ku li gundên navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê dixebitin ji av, ceryan û lawaboyên paqij bêpar in. Ev şert û mercên jiyanê çendî bandorê li hemû ferdên malbatan bikin jî, lê yên herî zêde bandorê ji van şertan digirin jin in. Jin, êvarî piştî karên li nav erd vê carê jî dest bi çêkirina xwarinê dikin û karên din dikin. Li hin cihên devera konan şebekeya avê tune ye û ji ber vê jin ji bêgavî diçin avê ji mizgefta gund dikişînin.
REWŞA ZAROKAN
Her wiha zarokên karkeran jî ku ji xwe re li nava konan dilîzin ji ber tavê qemirî ne û di nava toz û telazê de ne. Zarokên ku ji bêgavî tevî malbatên xwe bajar bi bajar digerin, ji bêgavî perwerdehiya xwe di nîvî de dihêlin an jî salê tenê 6 mehan diçin dibistanê.Karker dixwazin li warên wan derfetên kar bên peydakirin an jî gava ji bo kar diçin bajarine din divê li wan bajaran şert û mercên mayînê baş bin.
HEQÊ RÊ
Kadîr Çîftçî ku 18 sal in karê demsalî dike anî ziman ku ji ber ku bajar bi bajar digerin keça wî ji bêgavî dest ji dibistanê berdaye. Çîftçî bilêv kir ku niha li cihê ku lê ne abonetiya ji bo avê çêkirine û got: "Niha av bi dest me dikeve, lê li hin cihan bi dest nakeve. Em bi ava baranê îdare dikin." Çîftçî destnîşan kir ku bi wesayîta xwe ji navçeya Halîliye ya Rihayê hatiye Cîhanbeyliyê û got: "Par bi 500-600 lîreyî hatim vira. Lê îsal min hezar û 700 TL xerc kir ji bo rê. Zivistanê em betal in. Ger li Rihayê derfetên kar hebûna ez ê nehatama vira. Ji ber kar tune ye em tên vira. Gava em vedigerin Rihayê em 5-6 mehan betal in. Karker di 10-15'ê Gulanê de tên vira. Dibe ku em nikaribin merema xwe bînin zimên, lê şertên jiyanê her tiştî dibêjin."
ZEXTÊN CENDIRMEYAN
Çîftçî bilêv kir ku berî bê Cîhanbeyliyê li Hatayê xebitiye û got: "Car heye qereqol tahdeyê li me dikin. Hefteyek berê li Hatayê bûm, cendirmeyan bi darê zorê em ji cihê em lê dixebitîn derxistin. Bi hinceta 'Hûn derdorê qirêj dikin, rê asteng dikin.' Madem li warê me derfetên kar nadin ber me, nexwe divê li vira derfetên ji bo av, ceryan û tuwaletê bên peydakirin. Zarokên me nikarin biçin dibistanê. Em doza van tiştan li dewletê dikin."
JI 6'Ê SIBEHÊ HEYA 8'Ê ÊVARÎ DIXEBITIN
Îbrahîm Serek jî ku 33 sal in karên demsalî dike got: "Em bi pereyê ku li van deran qezenc dikin debara xwe dikin. Ger em pir ne destvekirî bin em ê karibin debara xwe bikin, yan na em ê nikaribin. Em li Rihayê naxebitin. Hin jê dikevin bin deynan û tên li vira dixebitin da ku deynên xwe bidin. Em bi wesayîtên xwe tên vira. Ên wesayîtên wan tune ne, kirê dikin. Par em bi 500-600 lîreyî hatin vira, lê îsal me 2 hezar û 500 TL heqê benzînê da. Xwediyên erdan berê di wext de heqdesta me didan, lê niha heya wextê gêreyê taloq dikin. Dibêjin 'Em ê du meh bi şûn de bidin.' Em doza av, ceryan û konteynerê dikin. Hefteya borî li vir baran hat û lehî rabû. Kon di bin avê de man. A me rezîlî ye. Em serê sibehê saet di 6'an de diçin heya 8'ê êvarî dixebitin. Em xwarina xwe li ber tavê dixwin û li ber tavê dixebitin."
120 HEZAR DEYNÊ WÎ HEYE
Karker K.N. ku nexwest navê wê bê aşkerakirin da zanîn ku dê du mehan li Konyayê bimînin û ev tişt anî ziman: “Em ê paşê jî biçin karê berhevkirina gilyaz û petatan. Em salê 6 mehan li derve ne. Du zarokên min di fabrîkeyê de dixebitîn, lê wan ji kar derxistin. Paşê kar bi dest wan neket, lewma em hatin vira. Nêzî 120 hezar TL deynê me heye, em ê bi pereyê ku li vir bi dest me bikeve hewl bidin vî deynî bidin. Ceryan û ava me tune ye. Bûka min kincan bi destan dişo. Ceryana me tune ye, em xwarinê li ser êgir çêdikin. Hevjînê min nerihet e. Em 20 sal in vî karî dikin. Em saet di 5'ê sibehê de radibin heya 7 an jî 8'ê êvarî dixebitin. Pereyê bi dest me dikeve têra me nake. Belkî 20 hezar jî di dest me de nemîne. Em pereyê qezenc dikin jî zivistanê xerc dikin."
TELEFONÊN XWE BI AKÛYA WESAYÎTÊ ŞARJ DIKIN
Karker Mehmet N. jî bilêv kir ku ceryan û lawaboya wan nîne û axaftina xwe wiha qedand: “Av jî em biçin li nav erdê kê bixebitin ew kes bi tanqêran avê tîne. Em telefonên xwe bi akûya wesayîtê şarj dikin. Tiştê li vira bi dest me dikeve têra me nake. Heqê ceryanê 3 qat û nîv zêde bûye, av jî wiha ye. 100 hezar TL deynê min heye. Min kredî kişandiye, gere mehê 6 hezar TL bidim."
MA / Bêrîvan Kûtlû – Firat Can Arslan