Qada Gundogduyê ji karker û kedkaran tije bû

img
ÎZMÎR - Di pîrozbahiya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran a Cîhanê de bi hezaran karker û kedkar herikîn Qada Gundogduyê û qad tije kirin. Di pîrozbahiya ku bi pêşengiya karker, kedkar, jin û ciwanan hatiye kirin de daxwazên edalet, hiqûq, demokrasî û azadiyê hate kirin û polîtîkaya şer û krîza aborî jî hate şermezarkirin. 
 
Pîrozbahiya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran a Cîhanê bi pêşengtiya Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê ya Îzmîrê ve li Qada Gundogdu ya Konakê hate lidarxistin. Qada pîrozbahiyê ji hêla karker, kedkar, jin û ciwanan ve hate tijekirin. Girse ji sê hêlan ve kete qadê û beşdaran bertek nîşanî polîtîkayên şer û kedxwariyê dan. Sendîkayên girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) ji hêla Qada Basmaneyê ve, yên girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Tirkiyeyê (Turk-Îş) ji hêla Bendergeha Alsancakê ve, yên girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), partiyên siyasî û sazî jî ji hêla Qada Cumhuriyetê ve ber bi qada mitîngê ve meşiyan. Di dema meşê de pankartên weke “Em ê teslîmî newekhevî, bêedaletî, bêhiqûqî, bêkarî û heqdestê hejariyê nebin”, "Em ê desthilatdariya heramxwiran biguherînin”, “Bijî 1’ê Gulanê” û dowîzên “Peymana Stenbolê ya me ye”, “Ji bo sekinandina tundiya li ser jinan bijî 1’ê Gulanê”, “Cejna karker û kedkaran pîroz be”, “Bila saetên demdirêj ên xebatê bên qedexekirin” û hwd. hatibûn vekirin. Di heman demê de girseyê bênavber dirûşmên “Her cih Taksîm her cih berxwedan”, “Hikûmet îstîfa”, “Em bêdeng namînin, natirsin, îtaet nakin”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Denîz Poyraz rûmeta me ye” hatin berzkirin. 
 
MADENVANÊN SOMAYΠ
 
Li gel partiyên siyasî, sendîkayan û rêxistinên jin, ekolojî û mafên mirovan; her wiha parlamenterên HDP û CHP’ê, xizmên madenvanên li Somayê jiyana xwe ji dest dane, madenvanên Somayê û karkerên ji beşên cuda jî beşdarî mitîngê bûn. Di mitîngê de girseyê hem ji bo daxwazên aborî û hem jî daxwazên xwe yên bo demokrasî û azadiyê dirûşm berz kirin. Girseyê, desthilatdariya AKP’ê weke sedema krîza aborî û siyasî nirxand û xwest ku îstîfa bike. Jinên kurd bi cil û bergên xwe yên kurdî beşdarî mitîngê bûn û wêneyên Denîz Poyraz hatin rakirin. Platforma Azadî ji Aysel Tugluk û Hemû Girtiyên Nexweş re jî li qada mitîngê bi daxwaza girtiyên nexweş standa îmzeyan vekir.
 
GEZÎ SILAV KIRIN
 
Mitîng bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo kesên di 1’ê Gulanên 1977’an û 1996’an û di çalakiyên Geziyê de jiyana xwe ji dest dayîn dest pê kir. 
 
Piştre jî Nûnerê Herêma Egeyê yê DÎSK’ê Memîş Sari axivî û da zanîn ku ji ber krîza aborî, bêkarî, zem û pandemiyê, desthilatdariya AKP’ê şert û mercên giran li kedkaran ferz dike. Sari, destnîşan kir ku têkoşîna wan a li dijî van zext û kedxwariyê didome û dê bidome jî. Bi domdarî Sari navên kesên di doza Geziyê de hatine girtin û kesên di çalakiyên Geziyê de jiyana xwe ji dest dabûn xwend û diyar kir ku dê demokrasî bi Geziyê were welêt. 
 
Piştî axaftina Sari, nameya girtiyan hate xwendin. 
 
‘ÇAVKANÎ JI BO ŞER TÊN XERCKIRIN’
 
Metna hevpar jî ji hêla Nûnerê Herêma Îzmîrê yê Turk-Îşê Hayrettîn Çakmak ve hate xwendin. Çakmak, destnîşan kir ku kedxwarî, newekhevî û bêedaletî li her devera cîhanê zêdetir dibe û wiha domand: “Nirx û çavkaniyên ku em kedkar diafirînin, ne ji bo hewcehiyên gel, karên biewle û jiyaneke mirovane tên bikaranîn. Ji bo şer û çekan tên bikaranîn. Di demekî ku bi milyaran kes her ku diçe xizantir dibin de kesên sermayedar her ku diçe dewlemendtir dibin. Xerabeya ku krîz û şer bi xwe re tîne, bandorê li kedkaran dike.” 
 
REJÎMA ÎSTÎBDATÊ
 
Piştre jî Berdevkê Demê yê Platforma Şaxan a KESK a Îzmîrê Necîp Vardar axivî û ev tişt destnîşan kir: “Bi ruhê wekhevî, azadî û piştevaniyê yê Geziyê re em li qadên 1’ê Gulanê ne. Çiqas tiştekî hêja ye ku em alîgirên Geziyê ne. Ji bo ku îstîbdatê bi dawî bikin û azadiyê jî di tulîmê karkeran de bigerînin, em ê kesên ku ev tarîtiye avakirine bişînin. Çavkaniyên cemaweriyê, nirxên ku bi keda me tevekan hatine afirandin, xwezaya xweşik a welêt, xak, kevir, rûbar û her tiştekî vî welatî ji bo ku dewlemend bêhtir dewlemend bibin tên talankirin. Rayedarên desthilatdariyê ji cihên cuda mûçeyan werdigirin û çavkaniyên cemaweriyê pêşkeşî wan dikin. Lê dema kedkar daxwaza jiyaneke mirovane dikin jî dibêjin ‘çavkanî tune ne.’ Lê ev wiha nadome. Yên ku hemû nirxan diafirînin em in û em ê bi rê ve bibin.” 
 
Mitîng bi konsera Edîp Akbayram bi dawî bû.