Ji Qersê heta Edîrneyê bi sedhezaran kedkar û karker diherikin qadên 1’ê Gulanê

NAVENDA NÛÇEYAN - Ji Qersê ta Edîrneyê li dehan bajar û navçeyan kedkar û karker li dijî şer û pergala kedxwariyê diherikin qadên 1’ê Gulanê û dibêjin ku dê pergala kedxwariyê hilweşînin. Bi hezaran karker û kedkaran mil dan milên hev û bi dirûşmên yekitî, piştevanî û têkoşînê qadên 1’ê Gulanê dadigirin. 
 
Ji Qersê ta Edîrneyê li dehan bajar û navçeyan bi sedhazaran karker û kedkar diherikin qadên 1’ê Gulanê. Karker, kedkar, jin û gel li dijî şer û pergala kedxwariyê daxwazên xwe tînin ziman. Girseyên ku biryardariya xwe ya yekitî, piştevanî û têkoşînê nîşan didin, her ku diçe qadan dadigirin. Her sazî û rêxistin bi al, pankart û dirûşmên xwe meşiyan û kortej bi kortej diherikin qadên 1’ê Gulanê.  
 
Em ê 1’ê Gulanê ku bajar bi bajar, navçe bi navçe tê pîrozkirin kêlî bi kêlî bi we re parve dikin: 
 
WAN 
 
Yek ji bajarên ku 1’ê Gulanê Cejna Karkeran lê tê pîrozkirin jî Wan e. Bi hezaran kedkar li Wanê diherikin qada 1’ê Gulanê. Rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî di saetên serê sibehê de li derdora Nexweşxaneya Hayatê hatin ba hev û kortej bi kortej û bi dirûşman ber bi Parka Mûsa Anter ve meşiyan. Di meşê de li dijî şer û pergala kedxwariyê dirûşm hatin berzkirin û li qadê jî xelekên govendê hatin gerandin. Karker û kedkar ji sê hêlan ve ketin qada mitîngê û gelek welatî jî beşdarî mitîngê bûn. Rojnamegerên li Wanê jî bi pêşengtiya Komneleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) beşdarî mitîngê bûn. 
 
 
BÊNAVBER DIRÛŞM BERZ KIRIN 
 
Mitîng bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî bi hezaran kesan bi yek dengî sirûda “Çerxa Şoreşê” xwend. Bi bidawîbûna sirûdê re girseyê dirûşmên “Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana gerîla”, “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” û “Bijî 1’ê Gulanê” berz kirin. Piştre jî Serokê Komîteya Amadekar Omer Tekîn kedkar silav kir. Tekîn, diyar kir ku di nava krîza aborî, zem û şer de êdî şertên jiyanê jî nemane û wiha got: “Divê em ji bo guherandina vê pergalê têbikoşin. AKP’ê hemû çavkaniyên aboriyê pêşkeşî komekê kirine.”
 
‘EM DIYARÎ EMÎNE ŞENYAŞAR DIKIN’
 
Rêvebera Navendî ya Egîtîm Senê Arzu Nûr Şîmşek jî anî ziman ku ew 1’ê Gulanê diyarî malbata Şenyaşar dikin û wiha got: “Divê desthilatdarî di zûtirin dem de dev ji polîtîkaya şer berde. Rejîma qesrê hewl dide bi polîtîkaya şer desthilatdariya xwe mîsoger bike. Ev rejîm, rejîmeke şerpeze û bêwijdan e. Piştgiriya gel a bo desthilatdariya AKP-MHP’ê roj bi roj kêmtir dibe lewma hewl didin bi polîtîkaya şer xwe li ser pêyan bigirin. Şer, bi kêrî pêşeroja demokratîk a gelên Tirkiyeyê nayê. Rejîma qesrê hewl dide bi girtina HDP’ê re xwe mayînde bike. Vê desthilatdariyê stratejiya xwe ya hilbijartinê bi temamî li ser şer amade kiriye.”
 
Piştî axaftina Şîmşek jî hunermend Pinar Aydinlar derket ser dikê. Bi hezaran kes li ber stranên Aydinler xelekên govendê gerandin. 
 
Mitînga Wanê hêj jî berdewam dike.
 
DÎLOK
 
Bi hezaran kedkar û karker li Dîlokê bi pêşengtiya Konfederasyona Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Yekitiya Odeya Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) û Şaxa Sendîkaya Karkerên Veguhestinê ya Tum (TUM TÎS) û bi dirûşma “Em ê bi hev re biguherînin” herikîn qada 1’ê Gulanê Cejna Karkeran. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî li pêşiya avahiya HDP’ê ber bi Parka Kirkayak ku mitîngê tê lidarxistin ve meşiyan. 
 
EDENE
 
Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Tirkiyeyê (Turk-Îş) jî bi munasebeta 1’ê gulanê li Parka Arîf Nîhat Asya Bayrak daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de nûnerên sendîkayên girêdayî Turk-Îşê û karker jî amade bûn. Di daxuyaniyê de dowîzên “Ji teqawida bi darê zorê re na”, “Wekheviya karkerên 696 KHK’î daxwaza me ye” û hwd. hatin vekirin. Beşdaran her wiha dirûşmên “Rizgarî tune ye yan bi hev re yan jî ji me tu kes”, “Em ê bi berxwedanê ser kevin”, “Bijî 1’ê Gulanê, cejna karkeran” û “Em Tirkiyeyeke bêzem dixwazin” berz kirin. Karker, tevî zarokên xwe beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
Di daxuyaniyê de Nûnerê Herêma 4’an a Turk-Îşê Edîp Gulnar axivî û da zanîn ku krîza aborî bandorekî rûxîner li ser hemû beşên civakê kiriye û barê pandemiyê jî li ser pişta kedkaran ma ye. 
 
ENQERE  
 
Piştî du salan, 1’ê Gulanê Cejna Kedkar û Karkeran dê bi dirûşma “Em ê bi hev re biguherînin” li Qada Tandogan a Enqereyê were pîrozkirin. Kedkarên ku bi saetan berê hatine Qada Tandoganê, amadekariyên xwe didomînin. Karker û kedkar ji sê aliyan ve dikevin qadê û polîs jî li her sê aliyan lêgerînê dikin.
 
Sendîka, partiyên siyasî û rêxistinên kedê amadekariyên ketina qadê dikin. Partiyên siyasî ku li pêşiya Navenda Çandê ya Ataturk hatin ba hev, weke kortêjan ber bi Qada Tandoganê ve dimeşin. 
 
Sendîka jî li ser Cehdeya Kazim Karabekîr kom dibin. Sendîka jî dê ji vir bi awayekî kortêjan û bi dowîzan ber bi qadê ve bimeşin. Cehdeya ku ji hêla polîsan ve hatiye dorpêçkirin, ji hatin û çûna wesayîtan hate girtin. 
 
Girse, kortêj bi kortêj dikevin qadê. 
 
PÎROZBAHIYA LI TUZLUÇAYIRÊ ZÛ DEST PÊ KIR
 
Ji bo pîrozbahiya 1’ê Gulanê, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û sendîka hêj di saetên serê sibehê de li Qada Tuzluçayirê kom bûn. Kedkar û karkerên li qadê kom bûyîn, bi coşeke mezin xelekên govendê gerandin. Piştî pîrozbahiya ewil, kedkar ber bi Navenda Çandê ya Ataturkê ve meşiyan. Kedkarên ku pêşî lê hatiye girtin, niha li Qada Gar a Enqereyê tên sekinandin. 
 
COLEMÊRG

Platforma Ked û Demokrasiyê bi minasebeta 1'ê Gulanê Cejna Kedkarên Cîhanê, li ber avahiya Şaxa Platforma Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Colemêrgê daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de endam û rêveberên KESK, Konfedarasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK), Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Serokatiya Yekitiya Odeya Karmend û Sineatkarên Colemêrgê (HESOB), parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Saît Dede û gelek endam û rêveberên partiyê jî amade bûn. Beşdaran di daxuyaniyê de pankarta “Em ê bi hevre veguherînin, bijî 1’ê Gulanê" vekirin. di daxuyaniyê de amade bûn.

‘EV FERMANA QIRÊJ NE YA ME YE’

Di destpêka daxuyaniyê de ji bo kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hate girtin. Piştre jî dirûşmên “Bijî 1’ê Gulanê”, “Em ê bi hev re biguherînin”, “Jin, jiyan, azadî”, “Ji şer re na, aştî demildest”, “Bijî berxwedana kedkaran” û “Bijî têkoşîn, bijî piştgirî, bijî yekitî” hatin berzkirin. Di daxuyaniyê de Serokê Şaxa DÎSK’ê yê Colemêrgê Haluk Duran axivî. Duran da zanîn ku çapemeniya alîgir hewl dide bi propagandayeke xelet, rastiyê veşêre û wiha got: “Bi zext, tundî, sansûr û hêzên dewletê ve hewl didin qîrîna gel bitepisînin. Ev fermana qirêj ne fermana me ye. Ev fermana îstîsmarê tiştek nîne ku bide me.”

MÊRSÎN 
 
Bi hezaran karker, kedkar û hêzên demokrasiyê bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê bi şîara "Ev pergal wiha naçe, em ê bi hev re biguherînin" 1'ê Gulanê pîroz kirin. Di saetên serê sibehê de bi kedkar û karker li ber Qada Kevn a Tevfîk Sirri Gur li hev kom bûn û ji vir heta Qada Cûmhûrriyetê meşiyan. Di meşê de pankartên "Li dijî şer, xizanî û kedxwariyê niha dema jinê ye" , "Ev pergal wiha naçe, em ê bi hev re biguherînin" û "Em ê vê pergala şer û xizaniyê hildiberîne biguherîne" hatin vekirin û dûrişmeyên mîna "Her der Başûr, her der berxwedan" , "Biji Berxwedana Zapê" û "Ne şer ji kedkar re budçe" hatin berzkirin. 
 
Piştî meşa ku hat lidarxistin pîrozbahiya 1'ê Gulanê li Qada Cûmhûrriyetê bi rêzgirtinê dest pê kir. 
 
BANGA LI HEMÛ PARTIYAN
 
Daxuyaniya hevpar ku hatibû amadekirin bi kurdî û tirkÎ hat xwendin. Li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê daxuyaniya kurdî ji aliyê Endamê Lijneya Rêveberiya HDK'ê ya Bajar a Mersînê Mesût Aslan ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de banga çareserkirina Pirsgirêka Kurd li desthilatê û hemû partiyên muxalefetê hat kirin. 
 
KOCAELÎ
 
Pîrozbahiya 1'ê Gulanê ya li Kocaeliyê bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê li Anitparqê "Ev pergal wiha naçe, em ê bi hev re biguherînin" bi çoş hat pîrozkirin. Nûnerên HDP, KESK, DÎSK, TMMOB û partiyên siyasî û rêxistinên sivîl tev li pîrozbahiyê bûn. Ji Parqa Qişleya Dogû heta Anîtparqê me hat lidarxistin. Di meşê de pankartên mîna "Gezî rûmeta me ye" ,"Em ê pergala haramiyan biguherînin" , "Em ê pergala zem, zilm, xizaniyê biguherînin" , "Dê dawî bêhempa be" , "Aşitî" hatin vekirin. Di meşê de dûrişmeyên mîna "Ji şer re na, niha pê re aştî" "Ne şer ji gel re budçe" , "Bijî 1'ê Gulan" hatin berzkirin. 
 
'ŞER XESAREKE MEZIN DIDE ABORIYÊ'
 
Piştî melê bernameya pîrozkirinê li Anitparqê bi rêzgşirtinê dest pê kirin. Di pîrozbahiyê de destpêkê Berdevkê Demê yê Platforma Şaxên KESK'ê ya Kocaeliyê Erdal Karakûş axivî. Karakûş, di axaftina xwe polîtîkayên desthilata AKP-MHP'ê rexne kirin û ev tişt got: "Şer û dagirkerî xesareke mezin dide aboriyê. Bi siyaseta înkar û îmhakirinê hewl didin derfetên aştiyê ji holê rakin. Bi bê çareserkirina Pirsgirêka Kurd dixwazin ji rantê sûd werbigirin û desthilata xwe mayînde bikin. Hêza me ya guhertina vê pergalê heye. Em ê pergaleke ku lê ked, aştî, demokrasî, wekhevî û azadî desteser e ava bikin."
 
'LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN ŞER EM LI QADAN E'
 
Piştre Parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû mafê axaftinê girt. Gergerlîoglû, diyar kir ku Tirkiye krîza herî mezin dijî û wiha got: "Di hêla aborî, mafê mirovan û aştiyê de krîz heye. Em ê bi serkevin. Pêwistiya me bi qedandina Tifaqa Cûmhûr a AKP-MHP'ê heye. Edalet ne li edliyeyê ye li wijdanê gel de ye. Pêwistiya vê xakê bi aştiyê heye. Ji bo ku em li dijî van polîtîkayên nîjadperest derkevein li qadê ne. Werin em tev bi hev re bibêjin, bijî 1'ê Gulanê."
 
Piştî axaftinan bername bi muzîkê bi dawî bû. 
 
BÛRSA
 
Partiyên siyasî, komele û sendîka saet di 12.00'an de ji bo 1'ê Gulanê li Kolana Altiparmakê li hev kom bûn. Girseya li hev kom bû bi gerandina govendê û berzkirina dûrişmeyan 1'ê Gulanê pîroz kir. 
 
Di pîrozbahiyê de ji bo Doza Geziyê dûrişme hatin berzkirin û li qadê dengê "Her der Taqsîm her der bexwedan" bilind bû.