Zozanvan: Me bigirin, me bikujin jî em mecbûr in biçin zozanan

img

COLEMÊRG - Welatiyên ku her sal di serê meha Gulanê de pezê xwe dibin zozanan, ji ber operasyonên eskerî yên li herêmê diqilqilin. Hîkmet Dara ku debara xwe bi sewalvaniyê dike got: "Me asteng jî bikin, me bigirin jî û me bikujin jî em mecbûr in biçin zozanan." 

Li Gever a Colemêrgê welatiyên ku debara xwe bi sewalvaniyê dikin, bi hatina biharê re berê xwe didin cihên şênahî. Welatiyên ku dê di serê mehê de heywanên xwe bibin zozanan, ji ber operasyonên eskerî yên li herêmê diqilqilin. 
 
Hîkmet Dara yê 46 salî ku nêzî 15 sal in sewalvaniyê dike, bal kişand ser zor û zehmetiyên sewalvaniyê. Dara, bilêv kir ku ji ber ku kaya ku havînê ew berhev dikin têra heywanên wan nake, ji bêgavî karê dikirin û got: "Me berê balyeyên kayê bi erzanî dikirî, lê niha pir biha bûye. Îsal me balyeya wê bi 10 lîreyan kirî, lê sala bê dê di ser 20 lîreyî re be. Îsal hişkesalî heye. Lewma dê fiyetê kayê bihatir bibe."
 
Dara, bilêv kir ku zivistanê bi deynan derbas kirine û di meha Mijdarê de jî heywanên xwe firotine û pê deynên xwe dane. 
 
‘EM MECBÛR IN BIÇIN ZOZANAN'
 
Dara, destnîşan kir ku tevî hemû xetere û talûkeyan jî li zozanan dimînin û got: "Em 5-6 sal in em pir zehmetiyê dikişînin li zozanan. Ger li cihê ku em diçinê şer çêbibe, esker ê tahdeyê li me bikin. Em tenaê debara xwe bi sewalvaniyê dikin. Me asteng jî bikin, me bigirin jî û me bikujin jî em mecbûr in biçin zozanan. Em naxwazin dewlet astengiyan bide ber me." 
 
DERFET NEMAN
 
Dara, bibîr xist ku piştî "berxwedan xwerêvebiriyê" ya di navbera 2015-2016'an de hem deriyê sînor ê Îranê hem jî yê Iraqê hatiye girtin û bi girtina van deriyan re êdî bazirtganî nemaye û got: "Gava derî vekirî bûn bazirganî û kar hebû. Lê bi girtina deriyan re ev derfet jî ji holê rabûn. Baizrganî dihat kirin, lê niha li he rderî qaleqol hatine çêkirin. Ji ber vê bazirganî nayê kirin. Lewma ji xeynî sewalvaniyê karekî ku em bikin tune ye. Em ji bêgavî sewalvaniyê dikin." 
 
Dara, ragihand ku ev 6 sal in dewlet desteka "guhar" dide kesên sewalvaniyê dikin, lê tu qîmeta vê destekê tune ye. Dara, destnîşan kir ku ji ber mesrefan her sal deyndar dibin û got: "Ez ê ji bêgavî ji sedî 80'yê pezê xwe bifiroşim. Çimkî ez ji bin mesrefa dernaym. Ger aborî wisa bidome, dê kes nikaribe sewalvaniyê bike û dê sewalvanî biqede."