Li Wan û Mêrsînê banga beşdariya mitîngên 1’ê Gulanê hat kirin

img
WAN/MÊRSÎN - Rêxistina HDP’a Mêrsînê û Rêxistina DBP’a Wanê banga tevlibûna 1’ê Gulanê Cejna Karkeran kirin û got divê her kes li dijî şer û mêtingeriyê helwesta xwe nîşan bide. 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a ya Bajarê Mêrsînê li avahiya xwe têkildarî 1’ê Gulanê Cejna Karkeran civîna çapemeniyê li dar xist. Hevseroka HDP’a Mêrsînê Bedriye Kuş daxuyanî xwend. Kuş anî ziman ku ji bo ew bersiv bidin êrişên îktidara AKP-MHP’ê mitîngên 1’ê Gulanê girîng in û divê her kes li dijî şer û mêtingeriyê neçar e ku helwesta xwe nîşan bide û berteka hevpar nîşanî polîtîkayên şer bide. 
 
WAN 
 
Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajarê Wanê jî têkildarî mitînga 1’ê Gulanê dê li ber Praka Mûsa Anter bê li darxistin civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokê DBP’a Navçeya Tuşbayê Delîl Aksoy daxuyanî da û destnîşan kir ku divê her kes biherike qadên 1’ê Gulanê û li dijî şer û kedxwariyê û mêtingeriyê helwest û berteka xwe nîşan bide. Aksoy banga tevlibûna mitînga 1’ê Gulanê kir.