'Em ê peyamên Newrozê di 1’ê Gulanê de bidomînin’

img

AMED - Berdevkê Demê yê KESK’a Amedê Sîraç Çelîk diyar kir ku ew ê li dijî şer û mêtingeriyê li qadan bin û ew ê peyamên ku bi milyonan kesî di Newrozê de da dê li qadên 1’ê Gulanê jî van peyaman bidin. 

Bi pêşengiya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Odeya Tabîban, Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) û Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) dê 1’ê Gulanê Cejna Karkeran bê pîrozkirin. Ji bo 1’ê Gulanê mitîngek jî li Amedê tê lidarxistin. Mitînga 1’ê Gulanê roja yekşemê saet 10:00’an li Qada Îstasyonê dê bê lidarxistin, bi rojan e amadekarî tên kirin. Nûnerên sendîkayan hefteyek e li bajêr belavokan belav dikin û bi pankartên ku li bîlboardan daliqandine bang li karkeran dikin ku tevli mitînga 1'ê Gulanê bibin. Berdevkê Demê yê KESK'ê yê Amedê Siraç Çelîk derbarê mitînga ku li Amedê dê li dar bixin de ji ajansa me re axivî. 
 
‘WERIN EM BIBIN HÊZEK HEVPAR’ 
 
Çelîk anî ziman ku îktidar li Tirkiyeyê sermayeye pêşkêşî alîgirên xwe dike û got: “Em wek kedkaran dibêjin ev pergal wiha bi rê ve naçe. Werin em bi hev re vê pergalê biguherînin. Em dixwazin mitîngek ku cotkar, gundî, kedkar, karker û esnaf tevli bibin li dar bixin. Lewma em dibêjin her kes were deng bidn dengê me û hêz bidin hêza me.” 
 
‘HETA ŞER NEQEDE PIRSGIRÊK ÇARESER NABE’ 
 
Çelîk bal kişand ser mitînga 1’ê Gulanê ya li Amedê ku mitîngek herêmî ye û wiha got: “Mitînga îsal xwedî girîngiyeke mezin e. Em dixwazin li qadan şerê dersînor ku ji aliyê îktidarê ve hatiye destpêkirin bi dawî bibe. Li vê herêmê şerekî ku em hemû jî pê dizanin bi salan e didome. Beriya her tiştî divê ev şer bi dawî bibe. Beriya ku ev şer biqede, ne şert û mercên aborî li vî welatî baştir dibe, ne jî ev gel wê bigihîje dewlemendiyê. Em dizanin ku hemû çavkaniyên aborî ji bo polîtîkayên şer tên xerckirin. Heta şer bi dawî nebe pirsgirêka kurd jî çareser nabe.” 
 
PEYAMÊN NEWROZÊ DÊ DI 1’Ê GULANÊ DE JÎ BÊN DAYÎN
 
Çelîk diyar kir ku dê peyamên bi milyonan kesî ku li qadên 8'ê Adarê û Newrozê hatin dayîn dê van peyaman li qadên 1'ê Gulanê jî bidomînin û got: “Çawa ku em di 8'ê Adarê û Newrozê de derketin qadan, em ê di 1’ê Gulanê de jî li qadan bin. Em ê li qadan carek din ji şer û feqîriyê û kedxwariyê re bêjin na. Em her kesî vedixwînin mitînga me ya li Qada Îstasyonê.”