SEMSÛR - Li Semsûrê cotkarên ku dest mi haziriya çandina tûtinê kirine, diyar kirin ku hikûmet bi qanûna ku derxistiye pişta cotkaran şikandiye û xwestin dawî li kooperatîfvaniyê bê.
Di sala 2002'yan de tûtin û berên tûtinê hatin arîzîkirin û hilberîn hat bisînorkirin. Piştî vê ji sedî 90'ê piyaseya tûtinê ket destê şîrketên biyanî. Di sala 2017'an de jî Qanûna Têkoşîna Li Dijî Qaçaxçîtiyê ya jimare 5607'an hat derxistin û bi vê re şertê "belgeya karbidestiyê" hat danîn. Dewletê bazirganiya tûtinê ji cotkarên ne xwedî vê belgeyê re qedexe kir û ji bo yên xwedî belge jî li qanûnê xala ew jî dikarin bi avakirina koopertîfê bifiroşin. Ji ber ku cotkaran bertek nîşan dabû, ev qanûn heya Hezîrana 2020'an hatibû taloqkirin. Lê ji ber ku bertek domandibûn qanûna salekê hatibû taloqkirin û di 1'ê Tîrmeha 2021'ê de ketibû meriyetê. Li Meletî û Semsûrê bi hezaran hilberînerên tûtinê li dijî vê qanûnê çalakî dabûn destpêkirin. Piştî protestoyan qanûn 6 mehên din jî hatibû taloqkirin û herî dawî di çileya 2022'yan de bi temamî ketibû meriyetê.
Li bajaroka Komir a Semsûrê cotkaran dest bi haziriya çandina tûtinê kir. Cotkar her roj tovên xwe av didin û li bendê ne tovên wan vedin.
Cotkar Zeynel Polat, diyar kir ku ji sedî 80'ê bajarokê debara xwe bi tûtinê dike. Polat, anî ziman ku ew donimekê datîne, lê ger ev qanûn ji bo wan jî bê pêkanîn dê nikaribin çandiniyê bikin. Polat, destnîşan kir ku êdî li çiyayên bajarokê jî kanên keviran hatine çêkirin û hatiye wê radeyê ku êdî nikarin sewalvaniyê jî bikin. Polat got: "Koletiyê li mirovan ferz dikin. Ger qanûna tûtinê bê pêkanîn dê mirovên me koç bikin."
'DEV JI TÛTINVANAN BERDIN'
Polat, diyar kir ku bi saya tûtinê zarokên xwe didin xwendin û debara xwe dikin. Polat, da zanîn ku 120 gundên girêdayî navenda Semsûrê hemû debara xw ebi tûtinê dikin û wiha got: "Tûtin îsal heta tu bibêje hindik e. Kooperatîfbûyîn heye û tûtina îsal piranî ji derve hat. Tûtina Semsûrê di cî de ma, lê çûn ji Gurcistan, Rûsya û Yûnanîstanê anîn. Tûtina me xweştir e, lê di dest me de dimîne. Em mazot û gubre bi kar tînin. Em dixwazin dewlet bela xwe ji me hilberîneran veke. Tûtina me li Tirkiyeyê tê firotin. Em qaçaxçîtiyê nakin. Em difiroşin derdora xwe. Li vir neyê firotin jî li cihên wekî Konya, Îzmîr, Stenbolê tê firotin. Gel pê debara xwe dike. Ger tûtin bê qedexekirin dê ev gel çawa debara xw ebike? Jixwe krîza aborî heye. Qet nebe bila mirov bi rihetî karê xwe bikin û bi rihetî debara xwe bikin. Li Komirê hezar xanî hene. Ê her kesî donimek erdê wî heye."
150 SAL IN KARÊ TÛTINÊ DIKIN
Serhat Karakaş jî anî ziman ku mezinên wan 150 sal berê ev kar kirine û ji wê çaxê heya niha didome. Polat, ba kişand ser qanûna di sala 2017'an de hatiye çêkirin û got: "Bi vê qanûnê re pêşî li ber me girtin. Me pir li ber xwe da jibo ev qanûn bê betalkirin. Lê tu encam bi dest me neket. Di fermiyetê de qedexe ye. Tûtina ku milyonek mirov pê debara xwe dikin qedexe kirin."
BAC
Karakaş, destnîşan kir ku ger qanûn bi temamî bê pêkanîn dê milyonek mirov mehkûmî birçîbûnê bê kirin û wiha axivî: "Kooperatîfbûyîn tê wateya betalkirina piyaseya serbest. Berê gava me tûtin radikir ên ew dikirî gel bû. Lê ji niha û pê ve dê desthilat wê berpêşî kesên di bin banê xwe de bike. Em ferz bikin niha 50 hezar kes vî karî dikin, gava qanûn tam bê pêkanîn dê ev hejmara dakeve 2-3 kesan. Yek jê li Çêlikan û ya didin li nava Semsûrê du kooperatîf hene. Dê ji sedî 80 bac ji wan bê stendin. Ger ev bac bê stendin dê tiştek ji hilberîneran re nemîne."
'EM NIKARIN BI VÊ PERGALÊ DEBARA XWE BIKIN'
Ji hilberîneran Şiyar Karakaş jî anî ziman ku tûtinê hildiberînin, lê hikûmetê bi qanûna ku derxistiye pişta hilberînetan şikandiye. Karakaş, destnîşan kir ku qanûna di bin navê kooperatîfbûnê de li gel tê ferzkirin û got, ev yek dê bike ku mirov koç bikin. Karakaş, bilêv kir ku ev pergal nikare debara wan bike û wiha got: "Qey dixwazin bi xizaniyê gel têxin bin fermana xwe? Stratejiyek çaw apêk tînin, hê jî min fêm nekiriye. Hikûmet bi çavê dijminan li gel mêze dike. Dixwaze gel bieciqîne û bitepisîne. Ji lew re hikûmetek ku dixwaze gel birçî bimîne heye."
'KOOPERATÎFBÛYÎN BI KÊRÎ GEL NAYÊ'
Karakaş, destnîşan kir ku bi qedexekirina tûtinê re tê xwestin ku li herêmê bi kanên keviran sewalvanî jî nemîne û got: "Kanên mermeran ên xwezayê dikujin tên çêkirin. Em nikarin sewalvaniyê bikin. Bi vê qanûnê re em ê nikaribin tûtinê jî biçînin. Em ê bi tûtina ku biçînin nikaribin zikê xwe jî têr bikin. Fiyet diyar in. Mesela li mala me tenê min zanîngeh ez bûn. Em hatine asteke ku em nikarin heqê yûrdê, heqê zanîngehê bi dest bixin. Em hatine astek wiha."
Karakaş, xwest kooperatîfvanî bi dawî bibe û dengê wan bê bihîstin.
MA / Mujdat Can