Li Stenbolê banga tevlibûna mitînga 1’ê Gulanê hat kirin

img
STENBOL - Rêveberên HDK’ê û HDP’ê di çarçoveya xebatên 1’ê Gulanê de li navçeya Esenyûrdê meş li dar xistin û xelkê vexwendin mitînga 1’ê Gulanê. 
 
Rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Stenbolê di çarçoveya xebatên 1’ê Gulanê Cejna Karkeran de li Qada Navçeya Esenyûrdê ya Stenbol3em eş li dar xistin û belavokên tevlibûna mitînga 1’ê Gulanê belav kirin. Parlamenterên HDP’ê, Hevserokên HDP’a Stenbolê, Hevberdevkên Meclisa HDK’a Stenbolê û gelek kes tevli meşê bûn û belavokan li xelkê belav kirin û wan vexwendin mitînga 1’ê Gulanê ya dê li Qada Maltepeyê were lidarxistin.