Krîza aborî firotina ava sûse jî kêm kir

img
AMED - Krîza aborî bandor li firotina ava sûsê ku di meh in germ tê vexwerinê jî kir.
 
Dara sûsê li cihên avî çêdibe û ji koka wê jî ava sûsê tê çêkirin. Di meh in germ de li Amedê welatî ava sûsê ji bo hênikbûnê vedixwin. Di heman demê de ava sûsê ji bo derman jî tê vexwarin. Lê krîza aborî ku her diçe kûr dibe, bandor li firotina ava sûsê jî kir. Ji ber ku mesrefa wê zêde bûye kesên koka dara sûsê kom dikin û jê ava sûsê çêdikin dev ji berhevkirina wê berdane. Dîsa ji ber krîza aborî eleqeya welatiyan a ji bo ava sûsê jî kêm bûye.
 
BANDORA KRÎZA ABORÎ YA SER AVA SÛSE
 
Firoşkarê ava sûsê Seyfettîn Batûbay ku li qada Şêx Seîd a navçeya Sûra Amedê ava sûsê difiroşe, diyar kir ku weke karê bav û kalên xwe koka dara sûsê kom dike û rexmî zehmetiyan jî karê xwe berdewam dike û wiha got: "Ji ber krîza aborî îsal firotina ava sûse daketiye. Salên berê me bi firotina ava sûse ya hefteyejê dikaribû zêrekî bikirin. Lê niha em nikarin pê debara xwe jî bikin. Kesên ku li qadê vî karî dikin jî xizmên min in. Her tişt zem bûye, lê me ava sûsê zem nekir. Divê  ku em lître û nîveke ava sûsê bi 15 lîreyan bifiroşin lê em 10 lireyan difiroşin. Sala borî jî me bi vê fîyetê difirot. Hêza kirînê ya gel tuneye. Ji ber vê em jî nikarin firotinê bikin."
 
JI BER BIHABÛNA MAZOTÊ NIKARE KOM BIKE 
 
Batûbay, bi lev kir ku bi salan e koka dara sûse kom dikin lê îsal ji ber ku mazot biha bûye neçar mane ku dev ji komkirina koka dara sûsê berdin û ev tişt anîn ziman: "Koka dara sûsê herî zêde li Êlih û Bismilê te komkirin. Berê ez diçûm kêleka çem û kok kom dikir, lê niha nikarim biçim. Berê em bi 20-30 lîreyî diçûn Bismîl û Êlihê lê niha lîtreya mazotê bûye 20 lîre. Ji ber vê edî em nikarin biçin. Lê ji ber ku ez teqawîtim neçarim  ku vî karî bikim."
 
MA / Mahmût Altûntaş -  Ergîn Çaglar