DÎSK ji bo mitîngên li bajarên Bakur amadekariyan dike

img

AMED - Bi mebesta protestokirina qeyrana aborî û bihabûna jiyanê, DÎSK dê di demên pêş de bi 5 daxwazan li bajarên bakurê Kurdistanê mitîngan li dar bixe. 

Konfederasyona Sendîqayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) bi mehane li dijî zem û bihabûna her tiştî li qadan e. Di çalakiyên çarçoveya kampanyaya “Jiyan biha bûye, ked erzan e: Ev wiha naçe!” de 5 daxwazên bingehîn hatin vegotin. Ev daxwaz jî wiha ne: “Bila hemû bac û jêbirînên ji mûçeyê kêmane têne birîn êdî neyên girtin. Û bi vê yekê re bila li hemû mûçeyan 750 lîre bên zêdekirin. Baca ewil a ku piştî diyarkirina mûçeyê kêmane tê birîn, bila ji sedî 20’an dakeve ji sedî 10’an. Bila rêjeya dahatê ku li gorî bacê tê diyarkirin, li gorî dahata millî were zêdekirin. Heqdestê kesên teqawid bûn ê herî kêm divê bi qasî mûçeyê kêmane be. Bila bac ji ceyran, av, xaza xwezayî û înternetê neyê girtin. Divê KDV’a li ser hemû xurekan bê rakirin.” 
 
Serokê Şaxa Hejmar 1 a Sendîqeya Karkerên Xizmetê yên Giştî (Genel-Îş) Karmûran Taş têkildarî mijarê axivî û da zanîn ku amadekariyên wan hene ji bo ku di çarçoveya daxwazên behsê xeberê li bajarên bakurê Kurdistanê mitîngan li dar bixin. 
 
‘QEYRANA HEYÎ ENCAMA POLÎTÎKAYA AKP-MHP’Ê YE’
 
Taş, diyar kir ku ji ber polîtîkayên AKP-MHP’ê, Tirkiye bi qeyraneke giran re rû bi rû ma ye û wiha domand: “Bilindbûna dowîz, bihabûna sotemenî û xurekên jiyanî encama van polîtîkayan e. Piştî ku dawî li polîtîkaya hilberînê anîn, êdî her tişt ji derve tê kirîn. Yek ji sedema bingehîn jî şer û pevçûnên li herêmê ne. Yek ji welatên ji ber şerê Rûsya û Ûkraynayê dê ziyana herî mezin bibîne, Tirkiye ye. Di şevekê de bihayê dohn 2 qatî zêdetir bû. Lewma jî divê Tirkiye girîngiyê bide hilberîna navxweyî.”
 
‘BAREKÎ GIRAN LI SER PIŞTA GEL E’
 
Di berdewamê de Taş destnîşan kir ku qeyrana aborî, bandoreke mezin li civakê dike û wiha pê de çû: “Êdî gel nema dikare xwe li ber vî barê aboriyê bigire. Her ku di aboriyê de tengav dibin, bacên li ser gel zêdetir dikin. Barekî giran ê bacan li ser milê xebatkaran bar kirin. Ji ber bacan, bêedaletiya di dahatê de hîn zêdetir dibe. Em dikarin bibêjin ku bi giştî ‘baca bacê’ tê girtin. Ev jî dike ku kesek nekare debara xwe bike. Divê mûçeyê kêmane dîsa bê zêdekirin. Li Tirkiyeyê zêdetirî ji sedî 50’î kes bi mûçeyê kêmane debara xwe dike. Li gorî daneyên daîreya DÎSK-AR’ê, mûçeyê kêmane ku weke 4 hezar û 253 lîre hatibû destnîşankirin, ji 1’ê çileyê û şûnde kete meriyetê. Anku, endeksa bihayê xerîdaran ku di kanûna par de ji sedî 21 bû, îro derketiye ji sedî 54’an. Lewma divê teqez mûçeyê kêmane bê zêdekirin.”
 
AMADEKARIYÊN MITÎNGAN
 
Bi domdarî Taş anî ziman ku êdî her kes her tiştekî bi çavê xwe dibîne û wiha bi dawî kir: “Dema em li daneyên îstatîstîkî dinihêrîn, dibînin ku di dîroka komarê de yekemîn care dahata neteweyî 7 salan li ser hev kêm dibe. Ev jî nîşanî me dide ku welêt baş nayê birêvebirin. Me jî ji ber vê sedemê mitînga ‘em nikarin debara xwe bikin’ li dar xist. Weke DÎSK’ê me 5 daxwaz diyar kiribûn. Divê di zûtirin dem de ev daxwaz bên qebûlkirin. Amadekariyên me hene ku li dijî vê qeyrana aborî, em li bajarên herêmê mitîngan li dar bixin. Ez dikarim bibêjim ku amadekarî hene ku li hemû bajarên Tirkiyeyê mitîngên ‘em nikarin debara xwe bikin’ bên lidarxistin. Bi tevlibûna seroka me ya giştî birêz Arzu Çerkezoglu re bernameya mitîngan tê amadekirin.” 
 
MA / Ergîn Çaglar