'Ne karker, divê patron vî welatî biterikînin'

img
STENBOL - Serokê Giştî ya Sendîkaya Metal-Îş’ê Adnan Serdaroglû bertek nîşanî derxistina endamên wan a ji kar da û got: "Heke ku hûn qanûnên vî welatî nas nekin, bicihimin ji van deran." 
 
Rêveber û endamên Sendîkaya Metal-Îşê ya Yekbûyî têkildarî endamên wan ên ji kar hatine derxistin li ber fabrîkeya Otomotîvaan a Farplasê ku lê dixebitîn a li semta Maslaka Stenbolê daxuyanî dan. Polîsan derdorê cihê daxuyanî lê hat dayîn ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Serokê Giştî yê Sendîkaya Metal-İşê Adnan Serdaroglu, rêveberên Partiya Bindestên Sosyalîst (ESP), Partiya Çep, Kordînasyona Tevgera Karkeran, Partiya Karkerên Şoreşger (DÎP), Partîya Kedkarên Sosyalîst (SEP), Saziya Piştgiriya Karkeran, Kaldiraç, Tevgera Karkerên Yekbuyî, Kordînasyona Jinên Kedkar û Karker (ÎEKK), BDSP, MÎB û TOMÎS piştgirî dan daxuyaniyê. Karkeran pankart vekirin û dirûşm berz kirin. 
 
'BILA PATRON BICIHIMIN BIÇIN' 
 
Serokê Metal-Îşê Adnan Serdaroglu axivi û got ku cara duyemîne ew li vir kom dibin û bertek nîşanî derxistina endamên sendîkaya xwe ya ji kar da. Serdaroglu got: "Em bang li rayedarên kargehê dikin; heke hûn qanûnan nas nekin, vî welatî terk bikin û bicihimin ji van deran biçin. Dema hûn aciz dibin di çavê kedkaran de derdixin û dibêjin, 'Hûn kêrî me nayên, ji kar derkevin û terk bikin'. Em jî dibêjin hûn li gorî qanûnan tevnegerin hûn bicihimin ji vir biçin."