‘Ne zem e, şêlandin e'

img

ENQERE - Welatiyan anî ziman ku ji ber ceryana ku li ser hev biha dibe ancax hefteyê carekê cilşoyê dişixulînin û gotin: "Ev ne zem e, şêlandin e." 

Di sala nû de ceryan ji sedî 127 hat bihakirin. Bertekên li dijî vê bihabûnê didomin. Li semta Ûlûs a Enqereyê welatiyan destnîşan kir ku berpirsê vê îqtidar e. 
 
Welatî Huseyîn Polat, anî ziman ku êdî nikare bi meaşê kêm debara xwe bike û got: "Gelo ew dikarin bi vî pereyî debara xwe bikin? Meha borî fatûreya ceryanê 270 TL hat, lê vê mehê 480 TL hat. Ne mimkun e mirov karibe debara xwe bike. Ez nikarim goşt bibim mala xwe." 
 
‘BI ŞIKRÎMAYÊ ZIK TÊR NABE'
 
Polat, bang kir ku zemên tên kirin bên betalkirin û got: "Bila bi me re bên bazar û çarşiyê. Bila bibînin bê mirov çawa debara xwe dike. Sibê dusibe dê li vî welatî şêlandin dest pê bikin. Ev kar bi şikrîmayê çareser nabe. Ger şikrîma zik têr bikirana, em nedixibitîn, em ê li mala xwe bûna." 
 
‘EM NIKARIN BÊHNÊ BISTÎNIN'
 
Baran Alevlî anî ziman ku meaşê kêm yê hatiye zêdekirin bi fatûreyan tê stendin û got: "Du qatê meaşê kêm ji me distînin. Ez bi meaşê kêm debara 3 zarokên xwe dikim, lê nabe. Ev zarok wê çi bixwin û çi venxwin. Ji bo em karibin debara xwe bikin gere em bênavber bixebitin. Êdê em nikarin bêhnê bistînin." 
 
‘SOSYALÎZM DIVÊ'
 
Samet Dînç, bilêv kir ku di demên dawî de tiştên ecêb diqewimin û got: "Ceryana me 50 lîre dihat, niha 200 lîre tê. Êdî naşixulînin, lê dîsa jî zêde tê. Divê pêdiviyên sereke bên îstimlaqkirin. Ji bo vê jî sosyalîzm û şoreş lazim e." 
 
‘EM JI VÊ ÎQTIDARÊ NE RAZÎ NE'
 
Neşe Sevînç, diyar kir ku meha borî fatûreya wê 150 TL hatiye lê ya vê mehê 450 TL hatiye û got: "Em mecbûr in bidin. Yan na em ê bê ceryan bimînin. Dinya sar e, lê em nikarin gazê vêxin. Êdî cilan ûtî nakim. Ez cilşoyê hefteyê carekê dişixulînim. Demildest divê çareyek ji vê re bê dîtin. Em ji vê îqtidarê qet ne razî ne." 
 
‘NE ZEM E, ŞÊLANDIN E'
 
Welatiyekî jî got: "Ev ne zem filan bêvan e, ev şêlandin e. Ez kesekî etqawidbûyî me. Meaşê min 2 hezar û 500 lîre ye. Dê ev zilam çi bixwe. Xanî bi kirê ye, zarokên min dixwînin. Ez li gund dimînim. Ji ber ku min nikaribû komirê bikire, ez hatime cem kurê xwe ji bo xwe germ bikim. Tûpek bûye 250 TL."