RIHA - Hevserokê Komîteya Çandinî û Aboriyê yê Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Selman Barûdo, bal kişand ser astengî û êrişên Tirkiyeyê yên hember çandinî û aboriyê û destnîşan kir ku ew bi "aboriya rêya sêyem" li hemberî van êrişan disekinin. Barûdo got: "Em ê di sala 2022'yan de tevî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji heqê van êrişan derkevin."
Şoreşa Rojavayê ku li ber pergalşên yeknavendî wekî alternatîf di sala 2012'an de derket holê û pergala wê ya avakirinê hê jî didome, heya sala 2021'ê gelek gavên girîng avêtine û biryarên girîng girtine. Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di warê aborî de jî tevî hemû astengî û êrişên Tirkiyeyê jî ji bo gelan îstihdamek girîng afirand.
Tirkiyeyê di 27'ê Çileyê de ava ji Çemê Firatê diherike Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kêm kir. PIştî qutkirina avê li hewzeyê nexweşîn rû dan û çandinî slowext bê av ma. Her wiha bi kêmbûna avê re li herêmê 30 stasyonên avê jî nexebitîn. Ev yek herî zêde bandor li çandiniyê kir. JI xeynî vê ji ber hişkesaliyê jî hem çandinî nehat kirin hem jî berdarî kêm bû. Ji ber kêmkirina avê 300 hezar dejar erd nehat çandin.
ÎSTIHDAM
Komîteya Çandinî û Aboriyê ya Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ji bo ku cotkar karibin çandiniyê bikin û heqê keda xwe bi xelasê bixin ji bo kolandina çalan alîkariya wan kir. Midûriteya Sotemeniyê ya Komîteyê, ji bo gihanî, endstrî û çandiniyê milyar û 52 milyon û 884 mhezar û 62 lître mazot di biniya maliyetê re belav kir. Di heman demê de Rêvebiriya Xweser 19 hezar û 974 varîl mazot bêheq da 10 hezar û 271 kesî û 2 hezar û 845 varîl mazot jî bêheq da 2 hezar 845 varîş mazot jî bêheq da dibistanan. Her wiha ji bo germkirinê jî serê her malê 440 lître mazot hal belavkirin. Komîteya Çandinî û Aboriyê ya Rêvebiriya Xweser di 26'ê Çileyê de fabrîkeya rûnê rohn a ewil vekir. Li vê fabrîkeyê rojê 300 ton rûn tê çêkirin. Li fabrîkeyê di ser 300'î re mirov dixebitin. Her wiha Rêvebiriya Xweser fona kesên di saziyên girêdayî xwe de dixebitin di nava salê de ji sedî 108-150 zêde kir.
Hevserokê Komîteya Çandinî û Aboriyê yê Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Selman Barûdo, geşedan û pêşletinên di warê çandinî û aboriyê yên li herêma Rêvebiriya Xweser nirxandin û behsa planên komîteyê yên 2022'yan kirin.
‘EM ZAD JI BO BAZIRGANIYÊ NASTÎNIN'
Barûdo, da zanîn ku Komîteya Çandinî û Aboriyê ya Rêvebiriya Xweser wekî par îsal jî genim, ceh, pembo û garis ji cotkaran stendiye û got: "Em zad ji bo bazirganiyê nastînin. Em ji bo sala bê wekî tov bidin xotkarên xwe distînin û diparêzin. Em wan dezenfekte dikin û wan dixin kîsan. Em wan amade dikin ji bo çandiniyê. êdiviya me bi arvan heye. Pêdiviya herêma me bi 800 hezar ton genim heye. Ji ber hişkesaliya 2021'Ê zirarek meizn rû da. 26 navendên me 185 ton genim stendin. Em li benda 500 hezar tonî bûn, lê nebû."
TOV KÊM BÛYE
Barûdo, destnîşan kir ku çendî bi zirarê be jî zad ji bo tov bi fiyetekî biha dikirin û got: "Şîrketa Pêşxistina Qada Çandiniyê, ji bo tovê genim ku dê bi 200 lîre pereyê Sûriyeyê bifiroşe cotkaran deznefekte kir. Mesrefa kîloyek tov hezar û 450 lîre ye. Lê dîsa jî me bi ehzar û 200 lîreyî daye cotkaran. Par berdariya çandiniyê pir kêm bû. Depo tije nebûn. Ev bû sedema kêmbûna tovan jî. Her sal me gelek tov dida cotkaran. Lê îsal pirsgirêk rû dan. Me tov belav kir, lê ji bo arvan me hemû belav nekir."
PDK JÎ DAXILÎ NAV ASTENGIYAN BÛ
Barûdo, destnîşan kir ku li herêmê navendên ku gubre çêbikin tune ye û lewma gubre ji derv distînin. Barûdo, bilêv kir ku tiştên li gumrikan diqewimin û ji ber navbeynkaran fiyetê gubre pir biha ye û got: "M tona gubreyê fosfatê yê baş bi 500 dolarî, yê ure bi 450 dolarî peyda kir. Dewleta Sûriyeyê ji roja berê de astengiyan datîne ber me. Dixwaze Rêvebiriya Xweser muhtacî xwe bike. Her tim krîz çêkirin da me perçe bike, lê bi ser neket. Tirkiye jixwe zor û zehmetiyan dide ber me. PDK jî tevli vana bû. PDK'ê ji 15'ê Kanûnê ve deriyên sînor ên di navbera Herêma Kurdistana Federe û Rêvebiriya XWeser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de girtine. Şehîd hene, malbat dixwazin cenazeyên şehîdên xsw ebigirin. Lê hê jî cenaz enedane. Ji ber vê bi awayekî yekalî deriyên sînor girtin. Û ji bo vê daxuyaniyek fermî jî nehat dayîn."
ASTENGIYÊN TIRKIYEYÊ
Barûdo, destnîşan kir ku piştî ku Tirkiyeyê di 27'ê Çileya 2021'ê de ava Çemê Firatê ya ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve diherike kêm kir, ev yek bandorek pir mezin li çandiniyê kiriye û got: "KEsên çandiniya avî dikin, pir xisirîn. Li derdora Çemê Firatê gelek erdên çandiniyê hene. Em her sal ji bo çandinî û aboriyê plansaziyên xwe dikin. Û ji bo pêkanîna wan tevdigerin. Kêmkirina avê tenê ne çandiniyê, bandor li sewalvaniyê jî kir. Kesên ku berî ku Tirkiye avê kêm bike çandinî kiribûn pir xisirîn. Av têrê nekir, mecbûr man dev ji çandiniyê berdin."
ERD HATIN ŞEWITANDIN
Barûdo, anî ziman ku astengiyên Tirkiyeyê yên li hemberî Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tenê ne kêmkirina avê ne. Barûdo, da znaîn ku cotkarên li deverên di navbera Tirkiyeyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de çandiniyê dikin, nikairn biçin nav erdên xwe. Barûdo, diyar kir ku gelek cotkarên ku ji bo erdên xwe bajon çûne nav erdên xwe ji ber guleberanên Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest dane û got: "Di dema paleyiyê de cotkaran nikaribû paleyiyê bike. Tirkiye û çeteyên girêdayî wê gelek zevî şewitandin. Tirkiye ji bo qimil zêde bibe û zirarê bide erdan dermanek bi kar anî. PIştî bikaranîna vê dermanê qimil berê xwe dan nav zeviyên me. Ev kêzik di nava 3-4 rojan de berên erd dirizîne. Em her sal li hemberî vê meseleyê têdikoşin. Gava kêzik zêde dibin, em jî ji bo parastinê dermanina bi kar tînin. Ev zirarek mezin da me."
DIVÊ TIRKIYE BÊ CEZAKIRIN
Barûdo, bal kişand ser bêdengiya raya navneteweyî ya ji bo êriş û astengiyên Tirkiyeyê yên li hemberê Rêvebiriya Xweser û got: "Gava heyetên serbixe tên herêmê bi çavê xwe dîtin bê ka Çemê Firatê çawa kêm bûye. Me bang li hemû hêzên navneteweyî kir ku di vî warî de hesas bin. Ji bo Tirkiye rêzê nîşanî peymanên navneteweyî bide me ew hişyar kir. Ji ber ku Tirkiye hiqûqa navneteweyî dieciqîne, mueyideyine hîn cidîtir divên. Koma terorîst a herî mezin a cîhanê DAIŞ'ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk şikiya. Divê kes vê ji bîr neke. Hemû gelên Rojavayê divê yekûtiya xwe xurt bikin."
‘EM Ê BI HEV RE JI HEQ DERKEVIN'
Barûdo, bibîr xist ku her sal di meha Mijdarê de li herêmê baran dest pê diki, lê îsal hindik maye meha Kanûnê biqede hê jî şilî tune ye. Barûdo, destnîşan kir ku dê di sala 2022'yan de hîn bêtir piştgiriya hilberîneran bikin û got: "Îsal me di warê çandiniyê de perwerdehî dan. Em ê van perwerdehiyan berbelavtir bikin. Kesên çandiniya avî dikin, ji bo karibin sondajê çêbikin me alîkariya wan kir. DÊ ev alîkariyên me bidomin. Me mazot bi erzanî da, em ê hê jî bidin. Wekî sala 2021'ê tevî hemû zor û zehmetî û astengiyan, em ê îsal jî li cem cotkarên xwe bin. Rêvebiriya Xweser di pêvajoyeke zor û zehmet re derbas bû, derbas dibe. Em bi salan e bi 'aboriya rêya sêyem' li ser pêyan e li hemberî hemû êriş û astengiyan. Em ê di sala 2022'yan de jî ji derheqê hemû zor û zehmetiyan derkevin, aboriya rêya sêyem baştir fêm bikin û pêk bînin. Em ê tevî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji derheqê van zor û zehmetiyan derkevin."
MA / Emrûllah Acar