Sewalvan: Em heywanên xwe difiroşin û pê ji bo yên mayî êm dikirin

img

WAN - Sewalvanên ku ji ber bihabûna fiyetê êm û kayê zehmetiyê dikişînin, gotin: "Me nîviyê heywanên xwe firotin. Em ên mayî bi zorê xwedî dikin." 

Sewalvan û cotkar ji ber krîza aborî, bihabûna fiyetên êm û kayê û hişkesaliya di meha biharê de zehmetiyê dikişînin. Sewalvanên ku heywanên xwe difiroşin û pê ka û êm dikirin, anîn ziman ku wisa dewam bike dê dev ji sewalvaniyê berdin. 
 
HEYWANÊN XWE DIFIROŞIN PÊ KAYÊ DIKIRIN
 
Li Wanê Sadûllah Alal ku 40 dewarên wî hene, anî ziman ku tona genim-ceh bûye hezar û 200 lîre, tona nefelê bûye 3 hezar TL. Alal, destnîşan kir ku ji ber bihabûna fiyetê kayê êdî nikarin sewalvaniyê bikin û got: "Êdî nikarim heywanên xwe xwedî bikim. Dixwazim wan bifiroşim. Êm û jaya ku min îro stendiye dê çend rojên din biqede. Ji bo êm bikirim tim heywanek xwe difiroşim." 
 
18 TON KA Û ÊM QEDIYA
 
Recep Ozbey ku li gundê Anzaxê heywanan xwedî dike, bilêv kir ku ji bo kayê bikire ji 10 pezên xwe 5 jê firotine û bi vî pereyî ka stendiye. Ozbey, destnîşan kir ku berê jî çêleka ku bi 13 hezaran stendiye çend roj berê bi 6 hezaran firotiye. Ozbey got: "Em hemû mexdûr in. Em heywanan difiroşin û pê heywanan xwedî dikin. Heya niha min 18 ton ka û êm stendiye. Hemû qediya. Îro min 2 ton ka kirî, çend rojên din dê biqede. Gava biqede ji mecbûrî ez ê heywanek din jî bifiroşim. Êdî derûniya me xirab bûye." 
 
Îsmaîl Onver ku kayê difiroşe, destnîşan kir ku cara ewil di vê biharê d etengijîne. Onver, diyar kir u fiyetê heywanan erzan bûye, lê fiyetê ka û êm jî biha bûye. Onver got: "Em kayê difiroşin, lê tu tişt di dets me d enamîne. Berê dima, lê niha em nikarin debara xwe jî bikin. Em heya êvarî dixebitin, lê gava em diçin malê berîka me vala ye." 
 
‘XWEZÎ MIN XWEDÎ NEKIRINA'
 
Şêniyê Dermankoyê Azîz Înan jî çendî ax qerisiye jî lê her roj heywanên xwe derdixe derve ji bo çêrê. Înan, anî ziman ku fiyetê ka û êm pir biha bûye û ji ber vê dê dev ji sewalvaniyê berdin. Înan got: "XWezî min mih xwedî nekirana. Par min dolar bistenda, niha perê min bûbû du qat. Cota mihan 2 sal berê bi 4 hezar û 500 TL'yî bû, niha bi hezar û 800 TL'yî ye. Îsal em ji binî de dixisirin. ÊDî bes e. Bila aliyê me bikin, yan na em ê terka vî karî bikin." 
 
TEKANE ÇARE GUHERANDINA ÎQTIDARÊ YE
 
Erhan Înan jî destnîşan kir ku êdî sewalvanî nayê kirin û got: "50 mihên min hene. Lê min heya niha bi 25 hezar TL'yî ka stendiye. Bi vî awayî em ê çawa dewam bikin? Dinya sar e û giha tune ye, lê dîs ame heywanên xwe derxistine derve. Sibê gava berf bê em ê çi bikin? Tekane xelasiya ji vê krîzê guherandina îqtidarê ye. Ger îqtidar neguhere sibê dê rewş xirabtir bibe."
 
MA / Dîndar Karataş