Malbatan meaşê kêmane hesab kir: Em avê jî qurto qurto vedixwin

img

STENBOL - Malbata Dal û Karataş a ku meaşê kêm yê hat aşkerekirin qelem bi qelem ji hev veqetandin, destnîşan kirin ku nikarin debara xwe bikin û gotin: "Av, pêdiviya herî sereke ye, lê em wê jî qurto qurto vedixwin." 

Meaşê kêm ê sala 2022'yan bû 4 hezar û 250 TL. Welatiyan diyar kirin ku li ber vê zema ku tê kirin ev meaş têra tiştekî nake. Li Taxa Sutluce ya navçeya Beyoglû ya Stenbolê malbata Dal û Karataşê ku bi meaşê kêm debara xwe dikin, meaşê kêm qelem bi qelem ji hev veqetandin û destnîşan kirin ku nikarin debara xwe bikin. 
 
‘EM MEHÊ 540 TL'YÎ DIDIN HEQÊ NAN'
 
Dayika 4 zarokan Ayşe Dal (46) anî ziman ku kedkara malê ye û bi meaşê kêm ê hevjînê xwe debara xwe dikin. Dal, diyar kir ku zarokek wê diçe zanîngehê û dudo jê jî diçin lîseyê. Dal, bilêv kir ku her cara şiyar dibin bi zmeke nû re rû bi rû dimînin û ji ber vê êdî nikarin ji marketan tiştekî bsitînin. Dal got: "Em diçin marketê nan 3 TL ye. Em rojê 6 nanan dikirin. Ev jî mehê dike 540 TL. Qoliya hêkan bi 15 TL'yan bû, niha bûye 50 TL. 5 lître rûn 110 TL bû, bû 156 TL. Kîloya birincê bû 18 TL. Ez îro çûm markerê min 100 TL bi xwe re bir. Min tenê karibû kîloyek birinc, kîloyek mast, kîloyek şekir û kîloyek kartol bikire. Ji xeynî vê min tu tişt nestend. Tiştên em vê hefteyê dikirin, hefteya bê em nikarin bikirin." 
 
DAHAT Û LÊÇÛN LI HEV DERNAYÊN
 
Dal, anî ziman ku fiyetê deterajn bûye 72 TL û êdî çi bikirin ji bêgavî hesabê wê dikin. Dal, destnîşan kir ku êdî nikarin ji bin bihabûna heqê fatûreyên ceryan, gaz û avê derkevin û got: "3 zarokên min diçin dibistanê. Em rojê 20 TL xercaneyê didin wan, mehê dike 600 TL. Jixwe nikarin bi wî pereyî xwarinê ji kantînê bistînin. Ez serê sibehê taştêya wan hazir dikim. Ew jî li dibistanê an bi simîtekê an jî bi borekekê zikê xwe têr dikin an na. Kesê di kirê de be dê niakribe li Stenbolê debara xwe bike. Xanî yê me ye. Ger bi kirêbûna, me yê nikaribûya debara xwe bikire." 
 
MEAŞÊ JI BO KIRÊ YE
 
Kedkara malê Nûrcan Karataş (47) jî anî ziman ku hevjînê wê bi meaşê kêm dixebite. Dayika 4 zarokan Karataş, destnîşan kir ku kurê wê jî dixebite lê niakrin debara xwe bikin û got: "Em 6 kes in. Berê min radhişt 150 TL'yî û diçûm min danûstendin dikir. Lê niha tenê bi 300 TL'yî rûn, birinc û zeytûnan distînim. Ez nikarim berên paqijiyêb istînim. Xaniyê me yê kirê ye. Li Stenbolê kirê bûne 3 hezar TL. Kirê ya me 3 hezar TL ye. Meaşê hevjînê min tenê ji bo kirê ye. Kurekî min dixebite, lê dîsa jî têra me nake." 
 
Karataş, bal kişand ser bihabûna fatûreyan û got: "Berê fatûreya avê 60-70 TL dihat, lê niha 200 TL tê. Ceryan berê 80 TL dihat, lê niha di ser 180 TL'yî re tê. Gaz 400-500 TL tê. Îja ez ê bi vî pereyî çi bixwim û çi vexwim, he?" 
 
'EM AVÊ QURTO QURTO VEDIXWIN'
 
Karataş, destnîşan kir ku tenê salê carekê goştê sor dikirin û got: "Ew jî ji cejnê heya cejnê. Berê me mirîşk distend ji ber ku erzan bû, lê niha kîloya mirîlan jî bûye 50 TL. Av pêdiviya herî sereke ye, lê em wê jî qurto qurto vedixwin. 5 lître av bûye 5-7 TL." 
 
MA / Esra Solîn Dal