Kedkarên tenduristiyê dev ji kar berdan: Hişyariyê bibînin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Karkerên tenduristiyê ku bi daxwaza şertên wan ên jiyanê bên sererastkirin dev ji kar berdan û derketin grevê, diyar kirin ku heke daxwazên wan neyê qebûlkirin wê çalakiyên xwe bidomînin. 
 
Li ser banga Yekitiya Bijîjkên Tirk (TTB) û Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) kedkarên tenduristiyê, li seranserê Tirkiyeyê bi daxwaza şertên wan ên jiyanê bên sererastkirin ji bo rojekê dev ji kar berdan û derketin grevê. Kedkarên tenduristiyê ku dev ji kar berdan li bajarên mîna Amed, Riha, Şirnex, Sêrt, Mêrdîn, Êlih, Enqere, Stenbol, Îzmîr, Edene, Mersîn, Antalya û Hatayê derketên qadan û çalakî li dar xistin. Kedkaran, di çalakiyan de daxwazên xwe anîn ziman û diyar kirin ku heke daxwazên wan neyê qebûlkirin wê çalakiyên xwe bidomînin. 
 
'EM Ê JIYANÊ RAWESTÎNIN'
 
Seroka Konseya Navendî ya TTB'ê Şebnem Korûr Fîncanci, li Rihayê tevlî çalakiyan bû û axaftineke kir. Fîncanci, diyar kir ku em hêza xwe ya ji hilberînê tê bi kar tînin û çalakiya wan hişyariyeke û ev tişt got: "Bijîjk bersiva keda xwe dixwazin. Divê otorîteya siyasî vê hişyariyê bibîne. Ji bo şîrket qezenç bikin mafên me kêm dikin. Me eware nekin. Heke hûn me ewara bikin em ê li welat jiyanê rawestînin. Em ê hêza xwe ya ji hilberînê tê bi kar bînin."
 
Odeyên bijîjkan, şaxên SES'ê, şaxên Genel Saglik-Îş'ê, Dev Saglik-Îş ên bajaran û gelek komele û rêxistinan piştgiriya grevê kirin.