ÎHD: Mafên mamosteyên hatine îxrackirin li wan vegerînin

img
AMED - Şaxa ÎHD’ê ya Amedê xwest ku mafên mamosteyên endamên Egîtîm Sen’ê yên hatine îxrackirin li wan vegerînin. 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê têkildarî 21 mamosteyên endamên Egîtîm Sen’ê ku tevî biryara beraet û neşopandinê ya dozên derbarên wan de hatibûn vekirin jî bi Biryarnameya di Hikmê Kanûnan de (KHK) hatibûn îxrackirin, li komeleya xwe daxuyanî da çapemeniyê. 
 
PÊKANÎNEKE LI DIJÎ HIQÛQÊ YE
 
Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Abdûllah Zeytûn, diyar kir ku ji ber polîtîkayên ewlehiyê zext zêde bûne û wiha got: “Bi OHAL gelek hevalên me yên perwerdekar hatin îxrac kirin. Ev hemû pêkanînên li dijî hiqûqê ne û antîdemokratîk in. Em daxwaza paşvekişandina biryarên keyfî, nehiqûqî dikin.”
 
DESTNÎŞANKIRINA TÊKOŞÎNÊ 
 
Sekreterê Giştî yê Egîtîm Sen’ê Îkram Atabay jî dazanîn ku desthilat li dijî kesên ne ji xwe pêkanîna “hiqûqa dijminatiyê” pêk tîne û wiha axivî: “Desthilat herkesê ku ne ji wê ye hedef nîşan dide û ji kar nan dike. Dosyaya ku li herêmê diviyabû hatibûya girtin bi awayekî bêhiqûqî hat vekirin. Kesên di vê dosyaya danişînê de para wan heye wê li pêş edaletê hesabê bidin. Heta ku hemû hevalên me paş ve vegerin wê têkoşîna me bidome.”
 
HÊCET XEBATÊN SENDÎKAL IN
 
Endamê Komîsyona Kiryarên Nediyar û Windayan ê ÎHD’ê Firat Akdenîz jî pêvajoya lêpirsînê ya derbarê sendîkayiyên hatine îxrackirin de vegotin. Akdenîz, bi lêv kir ku tevî biryarên neşopandin û beraetê jî perwerdekar bi hêceta “tevlî xebatên sendîkayî û mîtîngan bûne” hatin îxrackirin û wiha got: “Divê mafên hezaran kedkarên tevî biryarên dozger û dadgehê ji karê xwe hatine îxrac kirin li wan vegerînin. Divê biryara îxracê paşve bê wergirtin. Xebatên sendîkayî ne sûc in, astengkirina xebatên sendîkayî sûc in.”