Karkerên karên nav malan dikin: Em doza sîgorteyê û mafê teqawidbûyînê dikin

img
STENBOL - Zêdetir, di milyon jinên karê nav malan dikin bê sîgorte dixebitin. Jinên bi talûkeyên mezin re rû bi rû dimînin doza mafê xwe yê teqawidbûyînê û sîgorteyê dikin. 
 
Li Tirkiyeyê jinên karên nav malan dikin ji ber şert û mercên kar bi gelek nexweşînên pîşeyî re rû bi rû ne. Li Tirkiyeyê ji ber ku jinên karên nav malan dikin di çaçroveya "karkeriyê" de esas nayên girtin, daxilî nav Qanûna Kar nayên kirin. Niha li Tirkiyeyê di ser 2 milyonî re jinên karên nav malan dikin hene û hemû jî bêstatu ne. Endama Desteya Rêvebir a Sendîkaya Karkerên Nav Malan a Şaxa Stenbolê Tulay Korkûtan, deestnîşan kir ku di vê qadê de bêtemînatî di asta herî jor de ye. 
 
XEBATA BÊSÎGORTE 
 
Korkûtan, bal kişand ser pirsgirêkên ku jinên karên nav malan dikin. Korkûtan, bilêv kir ku pirsgirêka sereke bêtemînatî, esasnegirtina mafê teqawidbûyînê û statuyê ye. Korkûtan, diyar kir ku ji ber vê ev karkerên jin sûdê ji tahsîlata xebatê, mafên tenduristiyê û sîgorteyê nagirin. Korkûtan, bilêv kir ku karkerên jin li hember vê bêhiqûqîtiyê li ber xwe didin û got: "Pirsgirêka herî mezin a karkerên jin, daxilî nav qanûna karkeriyê nayên kirin. Li Tirkiyeyê karkerên daxilî nav vê qanûnê bi xwe jî bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû dimînin. Lê karkerên ku karên nav malan dikin di biniya vê re ne. Ji lew re gava diçin kar li wir bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Piraniya karkerên ku me pêwendî bi wan re daniye, bê sîgorte dixebitin." 
 
'BILA DAXILÎ NAV QANÛNA KARKERIYÊ BIBIN'
 
Korkûtan, destnîşan kir ku divê karkerên karên nav malan dikin daxilî nav qanûna kar bên kirin û di şert û mercine mirovane de bixebitin. Korkûtan, destnîşan kir ku ji bo vê daxwaz ji Tirkiyeyê kirine ku îmzeyê deyne bin ILO û Peymana Karkerên Nav Malê ya 189'an û got: "Bi qanûna ku di sala 2014'an de hatibû berpêşkirin de hatibû îdiakirin ku dê mafê sîgorteyê yê karkerên jin ên karê nav malan dikin esas bê girtin. Lê belê li tu derî jî jinên di biniya 10 rojan de xebitîne wekî 'karker' nehatine hesibandin." 
 
QANÛNA KU PATRONAN DIPARÊZE
 
Korkûtan, diyar kir ku patron prîmên karkerên jin ên ji bo nexweşînê û extiyariyê nadin û ji bo prîma qezaya kar û nexweşîna pîşeyî bê dayîn şertê ku divê 10 rojan li heman cihî bixebitin danîne ber karkeran. Korkûtan, anî ziman ku lê belê ev karker li cihkî 10 rojan lis er hev naxebitin, lewma ev qanûn, qanûneke ku patron diparêze. 
 
'BÊSÎGORTE HATIM XEBITANDIN'
 
Endama Sendîkaya ÎMC'ê û karkera karên nav malan Zeynep Ayvalitaş a 49 salî jî, anî ziman ku ji 14 saliya xwe ve vî karî dike. Ayvalitaş ku di zarokatiya xwe de hatiye zewicandin û ji bo debara zarokên xwe bike karên nav malan dike, diyar kir ku piştî dergevanê avahiyeka ku paqijiya hin dîreyan dikir ew taciz kiriye dev ji vî karî berdaye. 
 
Ayvalitaş, bilêv kir ku paşê di sala 2007'an de li şîrketeke paqijiyê dest bi kar kiriye û got: "4 salan di heman karî de xebitîm. Min doza zêdekirina meaş kir, lê rabûn dizî xistin stuyê min, gotin te 50 TL diziye. Min dev ji kar berda. Nexweş ketim. Gava çûm nexweşxaneyê, pê hesiyam ku sîgorteya min nehatiey razandin." 
 
Ayvaliştaş, destnîşan kir ku jinên karên paqijiyê dikin bi talûkeyên gelekî mezin re rû bi rû dimînin. Ayvalitaş, diyar kir ku carekê gava dixebitî qeyrana dil derbas kiriye û xwediyê malê ew nebirine nexweşxaneyê jî û got: "Ji ber ku sîgorteya me tune ye, em wekî karker nayên hesibandin. Daxwaza me, mafên me ne." 
 
'EM SÎGORTEYÊ DIXWAZIN'
 
Sûltan Karasû (53) jî anî ziman ku 31 sal in vî karî dike û 3 zarokên xwe bi vî awayî mezin kirine. Karasû, diyar kir ku her roj şeveqê zû radibe û ji bo biçe kar 4 wesayîtan diguherîne. 
 
Karasû, bilêv kir ku karê dikin ne karekî berdewamî ye û gava dixebitin car heye heqê wan nayê dayîn û got: "Li Maçkayê çûm çûm malekê. Karê min qediya, lê heqê min neda min. Min ji ewlehiya avahiyê pirsî, 'gelo heqê min danîne cem we?' Gotin, 'Na.' Gava min doza heqê kir got, dê êvarî bişînin hesab. Lê nedan. Min telefonî Sendîkaya Kedkarên Malê kir. PIştî vê bi 5 deqeyan pereyê min dan. Yanî xwediyê malan dibêjin qey ev kes bêxwedî ne. Em doza wekheviyê dikin. Em dixwazin di qanûnê de wekî karker bên hesibandin." 
 
MA / Esra Solîn Dal