Hilberînerên garis: Em bi 4'an didin, bazirgan bi 12'an didin

img
RIHA - Li Hewengê cotkar Mehmet Dûrmaz ku garis diçîne, bal kişand ser zêdebûna maliyetê û got: "Berê ku em bi 4 TL'yan didin, bazirgan bi 12 TL'yan didin." 
 
Mazot, gubre, av, derman û tov her roj biha dibin. Ji ber vê bihabûnê cotkar hatine radeya ku hew karibin çandiniyê bikin. Li Taxa Karacaoren a navçeya Heweng a Rihayê cotkar Mehmet Dûrmaz ku garis çandiniye, diyar kir ku divê derfeta bazarkirinê berpêşî cotkaran bê kirin. 
 
Dûrmaz, bilêv kir ku îsal piştî genim wekî berê dudoyan garis çandiye û îsal berdariya garis ne xirab e. Dûrmaz got: "Lê ji ber ku di warê fiyet de derfeta me ya bazarkirinê tune ye, em zehmetiyê dikişînin. Em ditahbin û mesref dikin, lê radibin fiyet erzan dikin. Bazirgan ji me bêtir qezenc dikin. Ger derfeta bazarkirinê hebûna, em cotkar em ê ew qasî mexdûr nebûna. Ji ber bihabûna fiyetan û zêdebûna enflasyonê em cotkar perîşan bûne. Gava heqê keda mirov bi dest mirov bikeve, mirov dixwazê vî karî bi kêfxweşî bike."
 
BIHABÛNA FIYETAN
 
Dûrmaz, diyar kir ku garisê tê berhevkirin ji bo êm û arvan tê bikaranîn û ew cotkar êdî dixwazin qezenc bikin. Dûrmaz, anî ziman ku gava dest bi çandina garis kirine kîloya gubre bi 5.5 TL'yan bûye, lê niha kîlo bûye 10 TL û got: "Heqê avê biha bû. Fiyetê derman û tov pir biha bûye. Ger berdarî nebaş be, dê kes nikaribe heqê mesrefê xwe jî derxe. Niha ji ber bihabûna heqê mazot, gubre, tov û dermanan pirsgirêk hene. Dê ev pirsgirêk ji niha û pê ve zêdetir bibin. Îja em ê çawa karibin çandiniyê bikin?"
 
ZILMA YEKÎTIYA AVÊ Û DEDAŞ'Ê
 
Dûrmaz, destnîşan kir ku gav dest bi çandina misir û silqokê kirine bi rojan ava wan tune bûye û ji ber birîna avê berdarî jî kêm bûye. Dûrmaz got: "Ger av nebiriyana dê tonaja berên me zêdetir bûna. Di dema avdaniyê de bi kêfî avê dibirîn û doza pereyan dikirin. Eynî wekî bijîlkê ku di orta emeliyatê de dev ji emeliyatê berde û doza pereyan bike. Çi DEDAŞ û çi jî yekîtiya avê divê cotkaran mexdûr nekin."
 
Dûrmaz, diyar kir ku divê piştgiriya ji bo wan cotkaran bê zêdekirin û ji bo wan derfeta bazarkirinê bê peydakirin û got: "Bila bazirgan ji payekê 4 payan, ji payekê 6 payan qezenc neke. Berê ku em bi 4 TL'yan didin, bazirgan bi 12 TL'yan dide. Bazirgan di garis û pembo de pir qezenc dike. Îsal kîloya garis bi 2.20 TL'yî biçe jî baş e. Jixwe ji vî 2.20 TL'yî 2 TL mesref e. Qezencek bêqîmet dimîne. Cotkar ji bo ku karibe karê xwe bike pêşî divê qezenc bike." 
 
MA / Mujdat Can