Amedî: Pereyê me ji bo şer, tanq û tivingan tê xerckirin

img

AMED - Amediyan bal kişandin ser krîza aborî û diyar kirin ku dolabên wan vala ne û sedema vê jî balafirên şer in ku her roj li ser serê wan difirin û digerin. 

Krîza aborî û siyasî ya li Tirkiyeyê kiriye ku êdî welatî nikarin debara xwe bikin. Amediyan destnîşan kir ku sedemeke mezin a van krîzan polîtîkayên şer ên îqtidarê ne. 
 
BUDÇE JI BO BALAFIRÊN ŞER TÊ XERCKIRIN
 
Sabîha Pariltili, anî ziman ku budçeya ku divê ji kesên xizan re bê veqetandin, ji bo balafirên şer ên her roj li ser serê wan difirin tê veqetandin û got: "Pereyê zarokên me ji bo şer, tanq û tivingan tê xerckirin. Her roj ji cem me balafirên şer radibin. Ew balafir diçin mirovên bê sûc û gune bombeberan dikin." 
 
ROJEKÊÇ HEYE ROJEKÊ TUNE YE
 
Parilti, bilêv kir ku bi salan e meaşekî bi rêkûpêk nestendiye û got: "7 zarokên min hene, xwarin rojekê heye rojekê tune ye. Tu bi 100 lîreyî diçî bazarê, lê tu nikarî du kîsikan tije bikî. Hingî her tişt biha bûye, mirov nizane dê çi bikire. Zarokên min ê hûr hene. Şîr, potikên wan û tiştên wan ên din biha bûne. Potik bi xwe ne di biniya 100 lîreyî re ye. Krîz heye." 
 
Parilti destnîşan kir ku ev neheqî ye û dolaba xwe ya vala nîşan da. 
 
‘MA EZ KEVIR DEYNIM SER ÊGIR'
 
Dayika 6 zarokan Muzeyyen Savcû ku di kirê de ye, diyar kir ku li malê kes naxebite û êdî nikare di ber mesrefan re bigihê û got: "Rûnê ku min berê bi 35 lîreyan distend, niha bûye 100 lîre. 5 kîlo birin bi 25 lîreyan bû, lê niha bûye 65 lîre. Êdî em nizanin em ê çi bikirin."
 
Savcû ku got nikare tiştên ku zarokên wê dixwazin bikire û got: "Rûn tune, birinc tune. Ma ez kevir deynim ser êgir?"
 
NIKARIN FATÛREYÊN XWE BIDIN
 
Sûltan Soyler jî destnîşan kir ku herî zêde jin bandorê ji krîzê digirin û niha bi deynan debara xwe dike. Soyler, bilêv kir ku ji ber rewşa aborî ji 8 zarokên xwe dudo jê nedane xwendin. Soyler bang li rayedaran kir: "Berê me lîreyek dida zarokên xwe, çi bixwestana dikirîn. Niha em 5 lîreyan didin lê nikarin pê biskuwîtekê jî bikirin. Her titş du qat biha bûye. Em 4 malbat di xaniyekî de ne. Gava em diçin bazarê em ji her sebzeyî ancax kîloyekê dikirin. Gel êdî tiştên xerabe dikire. Fatûreyên av, ceryanê jî eynî ne. Her tişt biha bûye. Ma bila mirovên feqîr bimirin?"
 
Soyler, anî ziman ku divê ev mesele bê helkirin û got: "Heger ez heqê fatûreyan bidim, ez ê niakribim zexîre bikirim. Her meh wisa ye. Tu tişt di dest de namîne. Em nikarin xwestekên zarokên xwe bikirin. Mêr pir ji krîzê fêm nakin, ê tahde li wan tê jin û zarok in." 
 
MA / Eylem Akdag