SES’ê budçeya ji bo xebatkarên tenduristiyê hatiye veqetandin rexne kir

img
ENQERE - Hevseroka SES’ê Selma Atabay budçeya ku ji Wezareta Tenduristiyê ya sala 2022’an re hatiye veqitandin rexne kir û got budçe ji xizmeta bazirganiyê re hatiye veqetandin. 
 
Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) têkildarî budçeya Wezareta Tenduristiyê wê di 25’ê mijdarê de hevdîtin li serê were kirin, li navenda xwe ya giştî civîna çapemeniyê li dar xist. Hevseroka Giştî ya SES’ê Selma Atabey di civînê de axivî û diyar kir ku budçeya tê veqetandin ji bo îqtidarê tê veqetandin û pandemiya Kovid-19’ê û polîtîkayên şaş ên aboriyê yên îqtidarê krîza aborî kûrtir dike. Atabey got ji sisêyan yek nifûsa ku dikare bixebite bêkar e û bi milyonan kedkar di şertê nikarin debara xwe bikin de dijîn. 
 
‘BUDÇE JI BO BAZIRGANIYÊ HATIYE VEQETANDIN’ 
 
Atabey anî ziman ku divê budçe wek mafek bingehîn were nirxandin û wiha got: “Di budçeya Wezareta Tenduristiyê ya sala 2022’an de meta û bazirganî heye. Budçe ji bo xizmeta meta û bazirganiyê hatiye veqetandin. Ji 5’ê budçeya Wezareta Tenduristiyê 1’ê wê ji bo muçeyê kedkaran hatiye veqetandin. Vê rêjeya kêm nayê qebûlkirin. Divê para kedkaran a budçeyê were zêdekirin.”