Egîtîm Sen: Komîsyona Rewşa Awarte sûc dike

img
ENQERE - Seroka Giştî ya Egîtîm Sen'ê Nejla Kûrûl, diyar kir ku Komîsyona Lêkolînê ya Rewşa Awarte bi biryara xwe ya redkirina serlêdana akademîsyenên aştiyê sûcekê makeqanûnî kiriye û got ku biryar parçeyek hesabên siyassî ye. 
 
Senîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdeyê (Egîtim Sen) ji bo redkirina serlêdana akademîsyenên aştiyê ya Komîsyona Lêkolînê ya Rewşa Awarte li navenda xwe ya giştî ya daxuyanî da. Parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû, Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Cînagîr Îslam, Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk û gelek akademîsyenên aştiyê ku derbarê serlêdana wan de biryara redkirinê hatiye dayîn tevlî daxuyaniyê bûn. 
 
Seroka Giştî ya Egîtîm Sen'ê Nejla Kûrûl, di daxuyaniyê de axivî û bi bîr xist ku Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) danezana akademîsyenên aştiyê weke azadiya ramanê nirxandiye û wiha got: "Rexmî vê biryara AYM'ê jî redkirina serlêdana akademîsyenên aştiyê ya Komîsyona Lêkolînê ya Rewşa Awarte parçeyek hesabên siyasî ye. Biryara redkirinê sûc e û biryara ku AYM'ê daye nehatiye naskirin."