'Ji bo budçeya gel daxwazkirin tenê têr nake, têkoşîn jî divê'

img

STENBOL - Serokê Giştî yê Dev-Yapi-Îşê Ozgur Karabûlût, diyar kir ku ji bo budçeyeke ji bo gel, daxwazkirin tenê têr nake û îşaret bi têkoşîna li kuçeyan kir. 

Li Meclîsê hevdîtinên ji bo budçeya 2022'yan didomin. Dê hevdîtin di 26'ê Mijdarê de biqedin û dê budçeya 2022'yan di meha Kanûnê de berpêşî Desteya Giştî ya Meclîsê bê kirin. Nûnerên sendîkayên li Stenbolê, budçeya ku piraniya wê ji bo parastinê û şer hatiye veqetandin nirxandin. 
 
BUDÇEYA ŞER Û SERMAYEYÊ
 
Serokê Giştî yê Sendîkaya Dev-Yapi-Îşê Ozgur Karabûlût, anî ziman ku li meclîsê ne budçeya gel, budçeya hin sermayedaran tê nîqaşkirin. Karabûlût, diyar kir ku hêviya wan kedkar û karkeran ji bê budçeyê tune ye û got: "Îqtidar eynî wekî hikûmeta patronan dixebite û budçeyek li gor berjewendiya wan çêdike." 
 
Karabûlût, destnîşan kir ku budçeya ku diviyabû ji bo tenduristiyê bê veqetandin didin sermayedarên nexweşxaneyên bajêr di dest wan de û got: "DI warê perwerdehiyê de jî wisa ye, teşwqî û ber bi dibistanên taybet ve diherike. Ji xeynî meaşê kedkarên perwerdehiyê tu budçeyek ji bo perwerdehiyê nayê veqetandin. Lêçûnên paqijiyê yên dibistanan bi xwe jî ji berîka malbatan dertê. Budçe ji bo şer û sermayeyê tê veqetandin." 
 
PIŞTGIRIYA JI BO HÊZÊN PARAMÎLÎTER
 
Karabûlût, destnîşan kir ku bi taybetî piştî 2015'an AKP û şirîkê wê yê biçûk MHP, şer û sermayeya şer li gel ferz dikin û got: "Îqtidar ji ber aloziya ku afirandiye di nava krîzeke aborî û siyasî de ye. Hêzên paramîlîter ên Rojhilata Navîn hemû bi budçeya qesrê tên xwedîkirin û fînansekirin. Li vir şîrketa malbatekê tê zengînkirin û qaseya wan tije dibe." 
 
BANGAWAZΠ
 
Karabûlût, destnîşan kir ku divê karker bipirsin ku "Çi karê Tirkiyeyê li Somalî, Lîbya û Sûriyeyê heye?" Karabûlût, bilêv kir ku şerê ku budçe ji bo wan tê veqetandin bi kêrî civakê nayên û got: "Ji bo mifha civakê ne li wir in. Ji bo qaseyên xwe di neçareseriyê de israr dikin û ji bo şer li wir in. Heya ku kedkar li ber vê ranebin, dê çavkaniyên welêt ber bi qesrê ve biherikin."
 
TÊKOŞÎN
 
Karabûlût di dawiya axaftina xwe de îşaret bi têkoşînê kir û got: "Ji budçeyeke ji bo gel, divê muxalefet têkoşîna xwe ya li kuçeyan xurt bike. Em doza budçeyeke li ser asasên kedê dikin. Divê em tenê qîma xwe bi daxwazkirinê neynin, divê em ji bo vê dakevin kuçeyan û bitêkoşin. Em ne budçeyeke ji bo çend sermayedaran, em budçeyeke ji bo gel û xizanan dixwazin." 
 
PAYA KEDKARAN KÊM DIBE
 
Berdevka Kkonfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Stenbolê Fadîme Kavak jî, destnîşan kir ku her diçe paya kedkaran a di budçeyê de kêm dibe. Kavak, diyar kir ku loma ji xeynî têkoşînê tu rê li ber kedkaran nemaye û got: "Kedkar divê li gor van daxwazan bibin yek û têkoşînê bilind bikin." 
 
MA / Kadîr Guney