An girtî, an jî bê karî roja xwe pêşwazî dikin

img

ENQERE – Mamosteyên li Tirkiyeyê Roja Mamosteyan bi 33 hezar û 965 îxrac û 438 hezar mamosteyên li dibistanan nehatine bicihkirin pêşwazî dikin. Hîndekar Necla Kurul diyar kir ku dixwazin bi vê rêyê tirsê li ser civakê serwer bikin.

Li welatên cîhanê mamoste di amadekariya pîrozkirina 5'ê Cotmehê Roja Mamosteyên Cîhanê de ne, lê mamosteyên li Tirkiyeyê bi gelek pirsgirêkên wekî bêkarî, îxrac kirin, sirgûn, şertên sist û bê ewle re rû bi rû ne û bi van zextan 5'ê Cotmehê Roja Mamosteyên Cîhanê pêşwazî dikin.
 
Di 5'ê Cotmeha 1966'an de bi "Pêşniyara Statuya Mamosteyan" a UNESCO û ÎLO'yê biryar hat girtin ku 5'ê Cotmehê wekî "Roja Mamosteyên Cîhanê" bê qebûlkirin û ev bi dengdanê hat qebûlkirin.
 
438 HEZAR MAMOSTE BÊ KAR IN
 
Li Tirkiyeyê 438 hezar mamosteyên ku fakulte qedandine û ji ber ku nayên peywirdarkirin wekî "mamoste nayên hesibandin" 5'ê Cotmehê pêşwazî dikin. Piştî ku AKP hat desthilatdariyê, hejmara fakulteyên perwerdeyê ji 59'an derket 92'yan. Hikumeta ku bi projeya "Ji bo her bajarî zanîngehek" ket rê, her sal hejmara mamosteyên ku nehatin peywirdarkirin jî zêde bû.
 
ÎNFAZA BÊ DARAZ MEŞANDIN
 
Li gorî Rapora Nirxandinê ya Dawiya Salên 2016-2017'an a Egîtîm Senê, di çarçoveya Biryarên Di Hukmên Qanûnî (KHK) yên di dema OHAL'ê de, bi giştî 33 hezar 128 mamoste hatin îxrackirin. Îxraçkirina mamosteyên sendîkayên muxalîf jî wekî "înfaza bê darêz" pênase kir. Li gorî raporê gelek mamoste ji heqdestê asgarî kêmtir meaş distînin. Bi hewldana derbeyê re bi sedan mamoste hatin girtin. Bi sedan mamosteyên girêdayî Egîtîm Senê ji kar hatin dûrxistin û akademîsyen Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça 211 roj e di greva birçîbûnê de ne û dixwazin vegerin karê xwe.
 
DEHAN MAMOSTEYAN ÎNTIXAR KIR
 
Li gorî daneyên cuda; ji ber ku nehatine peywirdarkirin, ji sala 2006'an heta niha 42 mamosteyan întixar kiriye. Herî dawî ji ber ku nehat peywirdarkirin, li Çîgliya Îzmîrê mamosteyê erdnîgariyê Îbrahîm Yeşîlboga (27) întixar kir. Prof. Dr. Necla Kural a li Fakulteya Perwerde û Zanîngeha Enqereyê hîndekariyê dike, got ku "Bi tirs û fikaran perwerde nayê dayîn" û wiha axivî: "Li vî welatî karê mamosteyan ne rihet e. Desthilatdarî bi giştî dixwaze tirsê bide avakirin û bi vê tirsê dixwaze serî bi dibistanan bide tewandin."
 
Kural ji axaftinên Serokwezîr Bînalî Yildirim ên wekî 'Serî bitewîne rihet bibe' jî mînak da û wiha pê de çû: "Yanî mamoste bi du tiştan re rû bi ru ne. An dê serî bitewîne û rihet bibe. Hin mamosteyan ev serîtewandin pejirand. Em dikarin vê ji bo mamosteyên ku ditirsin bêjin. Mamosteyên din li pey doza xwe ya mafdar in, rihetiyê nakişînin û têkoşîna xwe dewam dikin."
 
MA / Selman Guzelyuz