Ger 606 hezar mayîn bên paqijkirin dê li qadeke 133 milyon metrekareyî çandinî bê kirin

img
ŞIRNEX - Ji ber 606 hezar mayinên ku li sînorê Tirkiye-Sûriyeyê hatine bikeyskirin, li qadeke 133 milyon metrekare çandinî nayê kirin. Koordînatorê Hewldana Tirkiyeyek Bêmayîn Muteber Ogreten, anî ziman ku Tirkiye sozên ku dane neanîne cî.
 
Tirkiye di sala 2004'an de Peymana Ottowayê ya di bin banê "Peymana Qedexeya Mayinan" a Neteweyên Yekbûyî (NY) de xist meriyetê. Li gor vê peymanê diviyabû Tirkiye heya 1'ê Adara 2004'an de mayinên li xaka xwe paqij bikirana. Lê belê Tirkiyeyê di sala 2014'an de hinekî din jî doza wext kir û pêvajoya paqijkirin mayinan heya 2022'yan taloq kir. Li gor rapora 2018'an a Rêxistina Şopandina Mayinên Bejahiyê (MONITOR), Tirkiye di warê paqijkirina mayinan de sist tevdigere û dê paqijkirina mayian heya 2022'yan neqede. 
 
31 KES MIRIN
 
Li gor daneyên di rûpela webê ya Hewildana Tirkiyeyeke Bêmayin da, li Tirkiyeyê di sala 20182an de 51 bûyerên ji ber teqemeniyên EYP'ê çêbûne û di van bûyeran de 31 kes mirine. 
 
LI SÎNORÊ BAŞÛR 606 HEZAR MAYIN
 
Li gor heman raporê, li sînorê Sûriyeyê, li hezar û 294 herêman, li qadeke 133 milyon û 970 metrekareyî, mayin hene. Ev mayin di navbera sala 1956 û 1996'an da hatine bikeyskirin û ji van mayinan 412 hezar û 27 heb jê mayinên antîpersonle û 194 hezar û 635 jê jî mayinên antî-tanq in. Li sînor bi giştî 606 hezar û 664 heb mayin hene. 
 
Cihên ku mayin lê hatine bikeyskirin li Hatayê teqabulî qadeke 36 hezar, li Kilîs 33 hezar, Dîlok 15 hezar, Riha 54 hezar, Mêrdîn 48 hezar û li Şirnexê jî teqabulî qadeke 30 hezar dekarî dike. Yanî ji ber van mayinan 216 hezar dekar erd nayê çandin. 
 
Li gor rapora 2014'an ku Endezyarê Çandiniyê Ahmet Atalik amade kiriye, vê devera 216 hezar dekarî ya ku mayin lê hatine bicihkirin, 170 hezar dekar jê ji bo çandiniyê guncan e. Her wiha li gor Odeya Endezyarên Çandiniya ya TMMOB'ê jî heger ev dever bên çandinê herî kêm dê 30 milyon û 600 hezar an jî 20 milyon û 100 hezar dolarî li aboriyê zêde bike. 
 
Di berdewama raporê de hatiye destnîşankirin ku ev yek li herêmê dibe sedema nebûna îstihdamê û karkeriya demsalî. 
 
'4 NIFŞ BI MAYINAN MEZIN BÛN'
 
Koordînatorê Hewldana Tirkiyeyek Bêmayin Muteber Ogreten, destnîşan kir ku ev mayinên bejahî yên antî-personle hem dibin sedema mirinê hem jî dibin sedema qelskirina aboriyê û avadaniyê. Ogreten bibîr xist ku li Tirkiyeyê bicihkirina mayinan ji salên 1950'yan de dest pê kiriye û got: "Ji ber vê yekê, sê çar nifş bi mayinan mezin bûn û bi milyonan metrekare ax jî ji ber mayinan qirêjî bûye û nayê biakranîn. Nexasim mayinên li sînorê Tirkiye-Sûriyeyê teqabulî devereke berfirehiya wê 300-700 metreyî dike û ev dever ji bo çandiniyê guncan in. Heger ev mayin bên paqijkirin dê li devereke bi milyonan metrekareyî çandinî bê kirin. Ev yek dê tevkariya aborî û îstihdamê bike û dê pêşî li ber betaliyê bigire." 
 
'JI BO DÎWAR PAQIJ KIRIN' 
 
Ogreten, destnîşan kir ku heger mayin bên paqijkirin dê pêşî li ber mirina bi dehan kesî bê girtin. Ogreten, diyar kir ku mayinên niha tên paqijkirin bes bi hinceta "ewlehiyê" ên paqijkirin û got: "Ji bo çêkirina dîwarên li wir mayinan paqij dikin. Lê mayinên din hê li cihê xwe ne û zirareke mezin didin derdorê. Meseleya me ya sereke demildest ev mayin bi temamî bên paqijkirin." 
 
TIM TALOQ DIKE
 
Ogreten, bibîr xist ku Tirkiye di Adara 2004'an de "Peymana Paqijkirina Mayinan" xistiye meriyetê û piştî vê îmzeyê soz daye ku dê di nava 10 salan de mayinan paqij bike û got: "Tirkiye pêşî vê demê taloqî 2022'yan kir û bi dû re taloqî 2025'an kir. Lê belê belê 3 salên pêvekî yên taloqkirinê jî ne ji bo paqijkirina mayinan, ji bo awayê paqijkirina mayinan xwestiye. Yanî Tirkiye sozên ji bo paqijkirina mayinan dane bi cî nayne." 
 
MA / Dilgeş Rûvanas