Hem selikan difiroşe hem jî xurdeyan berhev dike: Debara min nabe

img

WAN - Necmettîn Elîk ku ji bo debara xwe bike hem selikan çêdike û di ber re jî xurdeyan berhev dike, anî ziman ku dîsa jî debara wî nabe. 

Li Taxa Karşiyaka ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê Necmettîn Elîk ê 55 salî, bi selikên ku ji şaxên darên biyê çêdike debara xwe dike. Elîk, li ber destê kalê xwe hînî çêkirina selikan bûye. Elîk ku li binbanê xaniyê xwe selikan çêdike, selikên ku çêdike difiroşe marketan û nalbûran.Elîk, anî ziman ku çêkirina selikan zehmet e û pir diweste, lê dîsa jî heqê keda wî bi dest wî nakeve.  
 
BI 50 LÎREYÎ DIFIROŞE
 
Elîk ku ji şaxên darên biyê selikan çêdike, diyar kir ku li Wanê ji xeynî wî kes selikan çênake. Elîk got: "Em di sala 1970'yî de ji Xîzanê hatin Wanê. 6 zarokên min hene û ji xeynî vê tu pîşeyek min tune ye. Gava selikên min neyên firotin, di ber re xurdeyan berhev dikim. Ji lew re bi firotina selikan tenê nikarim debara xwe bikim. Ez heba van selikên bi tahb û kedeke mezin çêdikim, bi 50 TL'yî difiroşim. Heya selikekê çêdikim lepên min perîşan dibin, lê dîs ajî heqê ked amin bi dest min nakeve." 
 
SELIKINE TEKÛZ
 
Elîk, da zanîn ku çêkirina selikekê 2 saet wextê wî dixwe û salê ancax dikare 50 hebî çêbike. Elîk, destnîşan kir ku ev selik ji yên plastîk pir pir çêtir û tekûztirin û mirov heya 10 salan jî dikare wan bi kar bîne.