‘Heke em dengê xwe dernexin wê budçeya 2022’an jî bibe budçeya şer’

img
ENQERE - Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Garo Paylan, diyar kir ku divê her kes li dijî pergala talanê dengê xwe bilind bike û heke kes dengê xwe bilind neke wê budçeya sala 2022'an jî wê bibe budçeya qesrê, alîgir û şer. 
 
Teklîfa Qanûna Budçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2022’an ji 26’ê cotmehê ve li Komîsyona Plan û Budçeyê ya Meclîsê tê axaftin. Partiya Demokratîka Gelna (HDP) budçe li Meclîsê were axavtin, dest bi rêzebernameyên “Hevdîtinên Budçeyê” kir. 
 
Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê ku ji Aboriyê Bepirsiyar e Garo Paylan têkildarî budçeya li serê tê axaftin ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku bi tu awayî daxwaza gelan di budçeyê de nîne. Paylan got tevî ku krîza aborî û bihabûna kelûpelên cotkaran tesîrek mezin li ser cotkaran dike jî lê belê tercîha îqtidarê di vî warî de naguhere. 
 
‘BUDÇEYA YEKPEREST E’ 
 
Paylan da zanîn ku budçeya ji bo ewlehiyê û parastinê hatiye veqetandin gelek budçeyek zêde ye û ji sala 2015’an vir ve budçeya ewlehîparêziyê 6 qat zêde bûye. Paylan têkildarî budçeyê bal kişand ser mijarek girîng û balkêş jî û got: “Di teklîfa qanûna budçeya anîne meclîsê de nasname, ziman, çand û bawerî tune hatine hesibandin. Budçeya rejîma yek zilamî budçeya yekperestiyê ye. Em tenê bi budçeya nasnameya tirkî re rûbirû ne. Nasname û netewên din tune tên hesibandin. Kurdî, suraynî lazkî, ermenî, çerkezî û zimanên din nînin. Ji bo pêşxistina van ziman û çandan 5 qirûş çavkanî di vê budçeyê de nîne. Bi kurt û kurmancî budçeyek yekperest û cihêkar e.” 
 
BUDÇEYA GEL 
 
Paylan destnîşan kir ku budçeya gel divê ne li qesran divê bi gel re were amadekirin û lê ew wek HDP’ê budçeya gel diparêzin û wê metnek bi navê ‘Budçeya Gel’ bi raya giştî re parve bikin. Paylan anî ziman ku Serokkomarê AKP’yî Erdogan 35 meaşên asgarî digire lê tenê mesrefên mitbexa malekê 3 hezar lîre ye û ev neheqiyek mezin e. 
 
'DIVÊ HER KES DENGÊ XWE DERXE’ 
 
Paylan destnîşan kir ku ew ê li Meclîsê têkoşîna xwe bidomînin, lê divê tevahiya gel, sendîka, rêxistinên meslekî, rêxistinên civakî yên sivîl û beşên din ên civakî li dijî vê budçeya şer serî rakin û helwesta xwe nîşan bidin û got: “Dibe hejmara dengên me li Meclîsê têr neke. Lê dengê gel têr dike. Ji bo em dikaribin dawî li vê pergala talanê bînin divê em tev bi hev re dengê xwe bilind bikin. Em dikarin wisa dawî li vê pergala talanger bînin. Heke em dengê xwe dernexin berevajî vê wê budçeya sala 2022’an jî bibe budçeya qesrê, şer û alîgiran.” 
 
MA / Bêrîvan Altan